DEM Partî, EMEP û CHPê raporên xwe yên çareseriyê ku ji bo komîsyonê amade kiribûn teslîmî sekreteryaya giştî ya meclisê kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) EMEP û CHPê rapora çareseriyê ku ji bo pêşkeşî Komîsyona Demokrasî Xwiş-Biratî û Hevgirtina Mîllî bikin amade kiribûn teslîmî Sekreteryaya Giştî ya Meclîse kirin.
Rapora DEM Partiyê ji aliyê endamên komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyiğit, Meral Danış Beştaş, Cengiz Çiçek, Celal Fırat û Saruhan Oluç ve hat teslîm kirin. Her wiha CHPê û EMEPê jî rapora xwe teslîm kir.













