Amed – Dengbêj Eliyê Qerejdaxî ku beriya hefteyekê li Amedê krîza dil derbas kir, niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin. Hate ragihandin ku Eliyê Qerejdaxî hatiye entubekirin.
Dengbêj Eliyê Qerejdaxî di 26ê Mijdarê de dema diçû mala xwe ya li Taxa Firatê ya semta Gazîler a navçeya Peyasê krîzas dil derbas kir. Li ser vê yekê ji bo dermankirinê Eliyê Qerejdaxî birin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê.
Li gorî agahiyên ku malbatê dan ji ber demarên Elî Qerecdaxî hatine girtin krîza dil derbas kiriye û di 2yê Kanûnê de hatiye anjiyokirin. Malbatê ragihand ku ji ber pişên Eliyê Qerejdaxî jî enfeksiyon girtine bijîjkan ew entube kirine û diyar kirin ku piştî pişên wî paqij bibin dê bê şiyarkirin.
Dermankirina Eliyê Qerejdaxî ya li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê berdewam dike.









