Wan – Tevî qedexekirinê jî Komkujiya Geliyê Zîlan ji hêla dengbêj û nivîskaran ve hat belavkirin. Nivîskar û zimanzan Mehmet Sadik Varli li ser Komkujiya Geliyê Zîlan lêkolînên berfireh kiriye û 5 pirtûk nivîsîne.
Artêşa Tirkiyeyê di meha tîrmehê ya sala 1930yî de bi hinceta alîkariyê didin Serhildana Agiriyê li Geliyê Zîlan nêzî 40 gundan vala dike û derdora 18 hezar zarok, jin, kal û pîr dikuje. Piştî komkujiyê Geliyê Zîlan heta sala 1952yan weke herêma qedexe tê ragihandin û 22 salan ketin û derketin tên astengkirin. Di nava van 22 salan de kes nizane ka çi li wan cenazeyan hat. Lê, niştecihên Geliyê Zîlan bûyera ku dapîr û bapîrên xwe bihîstine bi dengbêjiyê distêrin, bi pênûsa xwe dinivîsin û belav dikin. Tevî 95 salên bi ser komkujiyê re derbas bûn jî di rojeva gelê Erdîşê de hertim mijara sereke ye. Ev yek bûye sedem ku hin kes li ser komkujiyê binivîsin û raya giştî agahdar bikin. Yek ji van kesan nivîskar û zimanzan Mehmet Sadik Varli ye. Varli, li ser mijara Komkujiya Geliyê Zîlan lêkolînên berfireh kiriye û çend pirtûk nivîsîne û hêj jî dinivîse.
4 zimanan dizane
Mehmet Sadik Varli, li gundê Kerxê yê Geliyê Zîlan ji dayik dibe. Mehmet Sadik Varli ji malbateke xwende û welatperwer e. Li gorî apê wî Ebdulah Varli ku dirokzan e û cara yekemîn meala Qurana pîroz bi temamî kurdî nivîsiye, malbata wan di bavê heştan de digihêje Ehmedê Xanî. Ew Kurdî, Tirkî, Almanî û Îngîlîzî dizane û demeke dirêj jî mamostetiya Almanî kiriye. Wî 5 serdeman di Zanîngeha Bîlkentê ya Enqereyê beşa zimanên biyanî de dersa Kurdî daye û di vê demê de bi çend hevalên xwe ve pirtûka dersa Kurdî “Kurdiya Hêsa” derxistiye. Çapa yekemîn ya pirtûkê derket, lê belê ya duyemîn ku li Îspanyayê hat çapkirin, ji ber bidawîbûna pêvajoya aştiyê ji gumrukê re derbas nebû û rayedaran dest danî ser.
Navê Gundê wan hatiye guhertin û Afgan û Kirgiz lê hatine bi cih kirin
Çîroka Mehmet Sadik Varli ya nivîskariyê jî Komkujiya Geliyê Zîlan e. Dema ew xwendekarê lîseyê bû komkujî bala wî dikşîne. Malbata wî bi eslê xwe ji Gundê Bonizî ne ku navê vî gundî niha kirine “Ûlûpamîr” û Afgan û Kirgiz li wir hatine bi cih kirin. Malbata Mehmet Sadik Varli beriya komkujiyê ji ber hewandina Şêx Şabedîn ku yek ji pêşengê Serhildana Bedlîsê ye, ji Boniziyê hatiye sirgûnkirin û li Panosê bi cih bûne. Piştî komkujiyê niştecihên Geliyê Zîlan vedigerin gundên xwe û malbata Mehmet Sadik Varli jî vedigere Geliyê Zîlan. Bavê Mehmet Sadik Varli ji ber dîroka wan winda nebe, zarokên xwe birine Boniziyê ankû niha jê re dibêjin “Ûlûpamîr” û avahî û erdê xwe nîşanî wan daye.
Malbata wî beriya komkujiyê tê sirgunkirin
Di nasnameya bavê Mehmet Sadik Varli Mela Heyder Varli de cihê ji dayikbûnê Panos dinivîse û ev yek bala wî dikşîne. Ew lêkolîn dike û çîroka sirgûnkirina malbata xwe hîn dibe. Navê malbata Mehmet Sadik Varli Mala Hesoyê Hacî ye. Dema Şêx Şabedîn tê darvekirin û doza darizandina wî tê girtin, hîn dibin ku malbata Hesoyê Hacî ew hewandiye û alîkarî daye wî. Ji ber ku doz hatiye girtin, nikarin wan jî darvebikin û malbat tê sirgûnkirin. Malbata Hesoyê Hacî wê demê gelek dewlemend bûye û temamê mal û milkê malbatê ji aliyê dewletê ve tê desteserkirin. Heta gava gelê Geliyê Zîlan li hevûdû nifir dikin dibêjin “Aqûbeta mala Hesoyê Hacî were serê we”. Ev tê wê wateyê ku buyereke çiqas mezin hatiye serê malbatê.
Xebata wî ya 250 kesan re hevdîtin kiriye tê desteserkirin
Mehmet Sadik Varli, piştî hînbûna van agahiyan li ser Geliyê Zîlan dest bi lêkolînan dike. Ev yek gelek xweşiya bavê wî Mela Heyder Varli diçe. Mela Heyder Varli, kesekî xwendevan bû, ji medreseyê derketiye û alimekî navûdeng bû. Gelek tişt dizanî û welatperwer bû. Ji kurê xwe Mehmet Sadik Varli re dibe alîkar û di lêkolînên wî de piştgiriya wî dike. Mehmet Sadik Varli, ji vê yekê hêz digire û lêkolînên xwe kûrtir dike. Di dema lîseyê de bi şahidên Geliyê Zîlan re hevdîtinan û hevpeyvînan çêdike, kesên eleqedar re rûdine û agahiyan kom dike û wêneyên gund û newalên Geliyê Zîlan dikşîne. Nêzî 250 kesan re hevpeyvîn çêdike û di sala 1990an de bi daktîloyê dinivîse. Mehmet Sadik Varli, vê xebata xwe nîşanî Îsmaîl Beşîkçî dide û Îsmaîl Beşîkçî xebata wî pir diecibîne. Ji ber xebatên Mehmet Sadik Varli, polîs bi ser mala wî de digirin û xebata wî desteser dikin. Mehmet Sadik Varli, ji ber vê sedemê demekê ji nivîsînê dûr dikeve.
Şagirtekî Rojnameya Welat bûye
Mehmet Sadik Varli, nuçegihaniya fexrî ya Rojnameya Welat a heftane kiriye û xaçepirsa wê her hefte bi navê Rasto Zîlanî çêkiriye. Di rojnameyên Welatê Me û Azadiya Welat de jî hin caran nivîsiye. Ew, xwe weke şagirtekî Rojnameya Welat pênase dike. Dû re dîsa dest bi nivîsandina pirtûkan dike, lê belê çîrok. Desteserkirina mal û mulkên wan, komkujî, anîna Afgan û Kirgizan a li ser gundê wan Boniziyê zora Mehmet Sadik Varli diçe û vê carê jî weke roman dinivîse. Ew, agahiyan kom dike, di bêjinga xwe re derbas dike û dû re jî dinivîse. Mehmet Sadik Varli, ligel pirtûkên perwerdehiyê û çîrokan ,pirtûkên jînenîgarî û lêkolînê jî nivîsîne. Di der barê Komkujiya Geliyê Zîlan de lêkolînên xwe berfireh dike û li ser komkujiyê seteke heft pirtûkan pêk tê dinivîs e. Ji vê setê pênc pirtûk ji hêla weşanxaneya Sîtavê ve hatine weşandin, li ser ya şeşemîn dixebite. Pirtûkên weke Geliyê Zîlan Cebanî, Jana ji Tevkujiya Pêrtaxê Diherike, Xelaya Tevkujiyê Delaloya Dîn, Du Lehengên Geliyê Zîlan Reşoyê Silo û Zeynê li ser Geliyê Zîlan û bi zimanê romanê nivîsiye.