• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kolanên sûka Wanê di bin berfê de man

    Kolanên sûka Wanê di bin berfê de man

    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kolanên sûka Wanê di bin berfê de man

    Kolanên sûka Wanê di bin berfê de man

    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Denîz Guzel: Li Boluyê 28 girtî dîl têne girtin

Omer Demîr / AW

31 TEBAX 2025 - 09:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Denîz Guzel ê ku piştî 33 salan ji girtîgehê derket diyar kir ku tecrîd didome û rojnameyên Xwebûn û Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Denîz Guzel destnîşan kir ku li Boluyê 28 girtî tevî ku cezayê wan qediyane jî dîl tên girtin û nayên berdan. 

Denîz Guzel ku 33 salan girtî ma û hat berdan, ewil çû gora birayê xwe Yavuz Guzel ê di çalakiya “Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ de jiyana xwe ji dest da ziyaret kir û got: “Gor û goristan nirxên herî pîroz in. Rê nîşanî me didin.” 

Bi sedan girtiyên ku zêdetirî 30 sal in girti ne, bi hincetên cuda nayên berdan.  Tevî ku cezayên wan xelas bûye jî li girtîgehan dîl tên girtin. Hin girtî piştî 31 salan, hin girtî piştî 32 salan û hin girtî jî piştî 33 salan nû tên berdan. Yek ji girtiyên ku 33 salan girtî ma û nû hat berdan jî Denîz Guzel e.  Denîz Guzel ku di 20ê tebaxê de ji Girtîgeha Boluyê derket, tekîldarî rewşa girtiyan, birayê xwe Yavuz Guzel ê ku di çalakiya 1999an a “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de jiyana xwe dest da û daxwazê girtiyan, ji ajansa me re axivî.

3 sal û 4 mehan zêde dîl girtin

Denîz Guzel ku di 16ê Tebaxa 1992an de li Çewligê hat girtin û ewil li ser girtina xwe axivî û wiha got: “Piştî ez girtim, ez anîm Amedê.  Ez salakê li vir girtî mam. Li vir cezayê muebbetê dan min. Ez li girtîgehên Bartin, Kocaelî hatim ragirtin. Di dawiya sala 2007an de min birin girtîgeha Boluyê. Ez nêzî 18 salan li Boluyê hatim ragirtin. Di 20ê Tebaxê 2025an de ez ji girtîgeha Boluyê derketim. Piştî 33 sal û 4 roj hatim berdan. 3 sal û 4 rojên dawiyê  bi hincetê şevitandina înfazê yên cûda cezaya min zêde kirin û rehîn hatim girtin.”

‘Yavuz Guzel di çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de şehît bû’

Denîz Guzel qala şehadeta birayê xwe Yavuz Guzel jî kir û got: “Piştî ez hatim girtin, salek şûnde birayê min Yavuz jî hat girtin. Di tebaxa 1993yan de hate girtin. Li Yavuz jî cezayê muebbetê birîn. Ew jî di serîde hat Girtîgeha Amedê. Em di heman koxuşê de man. Piştî çend mehan ez sirgunî Bartinê kirim. Yavuz jî sirgûnî Trabzonê kirin. Wê demê Yavuz li Trabzonê bû, serledan kir û hat girtîgeha Bartinê. Di 1999an de li dijî Rêberê Gelê Kurd qomplo pêk hat. Ji bo gelê me û ji bo hemû hevalan demeke zehmet bû. Wê demê bi pêşengtiya Xalit Oral çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dest pê kiribû. Yavuz jî di 30 Mijdarê de tev li çalakiya “Hûn nikarin tava me tarî bikin” bû. Di 6ê Kanûnê de li Enqereyê şehîd ket. Ew çalakî xwedî derketina li rêbertiyê bû.”

‘Yavuz Guzel bû hevrêyê Xalit, Selamet û Sema’

Denîz Guzel piştî hat berdan, ewil çû ser gora gora birayê xwe Yavuz Guzel. Denîz têkildarî serdana gora birayê xwe jî axivî û got: “Mirovek dema ji cihekî dûr bê, di serî de diçe gor û goristanan ziyaret dike. Xwedî li mirîyên xwe derdikeve. Gor û goristan ji bo civakê bîra kevneşopî û çandê ye. Paşeroja mirovan û xwedî derketina nirxê ye. Îro ji bo gelê Kurd şehadet jiyanê pênase dike. Goristan ji bo min rê û rêbaza pêşerojê nîşan dide. Ji bêçaretiyê re rêya çareseriyê  nîşan dide. Li ser van tiştan mirov eger di serî de neçê goristanê kêmasî ye. Dema hevalê Yavûz ew çalakî pêk anî, di derheqê Rêber de biryara îdamê hatibû girtin. Biryar li Dadgeha Bilind bû. Ew çalakî jî astengkirina vê biryarê bû. Yavuz Guzel bû rêhavalê Xalit Oral, Selamet Menteş û Sema Yuce. Yavuz bi vê çalakiyê gihîşt armanca xwe û çalakiyê bi serkeftî pêk anî. Ez ê şopdarê birayê xwe em. Ez ê şopdarê wan bim. Di şexsê wan şehîdan de, ji bo min li Amedê cihê herî bi watedar goristan e. Ez jî ji ber wê yekê çûm goristanê. Hevalê Yavûz, di nameya xwe de digot “Çiqas keyfxweşî ye ji bo wan ên ku aştî û demokrasiyi di nava xwe de vedixwînin” Çiqas keyfxweşî ji wan re ku yên guhertinê di nava xwe de pêk tînin.” Çiqas balkêşe ku îro heman tişt tên gotin.”

‘Xwebûn û Yenî Yaşamê nadin girtiyan’

Denîz Guzel bi bîr xist ku rewşa girtîgehan ne baş e û wiha lê zêde kir: “Pêvajoyek hatiye destpêkirin. Lê tecrîd heye. Hîn bandora pêvajoyê li ser girtiyan çênebûye. Rojnameya Yenî Yaşam û Xwebûn li girtîgehan qedexe ye. Ji xwe yê ku tên jî alîgirên desthilatdariyê ne. Rojnameya Bîrgun tê. Lê ev jî heta îro pêvajoyê bi temamî fêm nekiriye. Radyo tune ne. Lê çi bibe bila bibe heval hewl didin pêvajoyê fêm bikin. Li girtîgehan niqaşên li ser pêvajoyê zêde ne. Yên ku rêbertî hinekî fêm kiribin dê pêvajoyê baş fem bikin. Bangawaziya 27 Sibatê, 12emîn kongreya PKKê, 11ê Tîrmehê çek şewitandin. Paşê Koma Aştî û Civaka Demokratîk bangawazîyek kir. Me hemûya temaşekir. Bendewariya hevalên li zîndanê û gel ev e ku gavên şênber ên çareseriyê bêne avêtin. Li meclîsê komîsyonek avabûye. Divê desthildatdar jî gavên şênber biavêje. Hevalê di girtîgehan de dibêjin rêbertî çi bibêje ev e.”

‘Xebat xebat xebat’

Denîz Guzel anî ziman ku tiştê gel bike xebat xebat xebat e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew tişt ji bo her kesî derbas dibe. Ez hêvîdar û bawerim ku ev tiştên pêwîst dê bên kirin. Îro daxwaza aştî, xwişk-biratî, wekhevî, azadî û sîyasetêk demokratîk heye. Pêkanîna wê jî di destê dadê de ye. Ez bawerim ku bi piştgiriya gel ev daxwaz dê pêk were.”

‘Girtî êdî dîl têne girtin’

Denîz Guzel destnîşan kir ku di girtîgehan de tecrît heye, ragihandineke azad tuneye û ev tişt anî ziman: “Her roj lêgerîn pêk tê. Heval bîranîn û rojnivîsên xwe dinivîsînin. Lê gardiyan tên wan desteser dikin. Hevalên cezayên wan xilas bûne nayên berdan. Em li gorî zagona 765an TCK hatin darizandin û xala 125an de ceza dan. Înfaz jî li gor zagona 647an hat erêkirin. Di sala 2004an de zagona 5237 TCK,  5275  zagona înfazê xistin meriyetê. Di vê zagonê de ji lijneyan re hat gotin “Eger hûn bixwazin hûn dikarin girtî berdin. Em dizanin ku hiquqa navnetewî dibêje divê zagon ne li dijî mafê girtî be. Di qanûna bingehîn a tirkan de jî ev heye.”Rewşa nebaş” anîne bi vê girtî nayên berdan. Neberdana hevalan êdî ketiye statuya dîlgirtinê.”

‘Li Boluyê hîn 28 girtî dîl têne girtin’

Denîz Guzel di dawiya axaftina xwe de behsa rewşa girtîgeha Boluyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li girtîgeha Boluyê 35-36 heval rehîn bûn. 23ê Tîrmehê  hevalê Ramazan Vural, Haci Ekîncî, Mehmet Salîh Korkut hatin berdan. Di 20 Tebaxê de ez, Şîrîn Bozçali û Bulent Guneş hatin berdan. 27-28 heval hêj jî di girtîgehê de rehîn in. Di 6ê Tebaxê de înfaza hin hevalan dîsa dirêj kirin û Nurettîn Ataman, Tuncay Dogan, Ahmet Mustafa nehatin berdan. Muzaffer Akis 71 saliye lê nayê berdan ev nêzî salekî cezaya wî dirêj dikin. Ev zulm e. Lijneya Çavdêrîya ji 14 kesan ava dibe. Deh kes ji wan kesên xebatkarê girtîgehê ne. Lê bi dengê 4 kesan ev biryar tên dayîn. Dema ku em dipirsin ji me re dibêjin “biryar ji jor ve tê.” Girtîgeh bi polîtîkayên desthilatdar tê rêvebirin. Rewşekî zagonî tune ye. Ji bo na vê baweriya mîn berdanê tune bû. Bila tecrîd bê rakirinn Hevalên di zindanê de werin berdan û bila tevlî pêvajoyê bibin. Ji bo civaka demokratîk hewce ye ku derkevin û di nava xebatan de bin.”

 

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kolanên sûka Wanê di bin berfê de man

Kolanên sûka Wanê di bin berfê de man

31 KANÛN 2025
Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

31 KANÛN 2025
Îsraîl: Tirkiye ji bo Îsraîlê ‘gefa duyemîn’ e

Îsraîl: Tirkiye ji bo Îsraîlê ‘gefa duyemîn’ e

31 KANÛN 2025
Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

31 KANÛN 2025
Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

31 KANÛN 2025
DYA: Divê Îran dawiyê li şideta li ser gel bîne

DYA: Divê Îran dawiyê li şideta li ser gel bîne

31 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (626)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne