Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi boneya salvegera kuştina Denîz Poyraz li avahiya xwe merasîma bîranînênpêk anî.
Berî 4 sala Denîz Poyraz 17ê Hezîrana 2021an a li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de aliye kujer Onur Gencer ve hatibû qetilkirin. Ji bo salvegera kuştina Denîz Poyraz li avahiya DEM Partiya Amedê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de hevserokên Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) ên Amedê, endamên DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bû. Eywana bîranînê bi wêneyên Denîz Poyraz hat xemilandin.
Bîranîna ji bo Denîz Poyroz deqîqeyekê rezgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Meclisa Jinan a DEM Partiyê Fevziye Aktaş peyama Meclisa Jinan a DEM Partiyê xwend.
Fevziye Aktaş diyar kir ku ew ê bibin Denîz Poyraz û li her qadê bibin û wiha axivî: “Bîranîna Denîz Poyraz bîranîna têkoşîna jinê ye. Em li vir soz didin ku em ê xeyala Denîz Poyraz pêk bînin.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ji bo Denîz Poyraz hatibû amadakirin hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê bîranîn bi dawî bû.