Li dijî 7 rojnamegerên ku ji ber çalakiyên şermezarkirinê yên li Parka Saraçhane ya li Stenbolê hatin binçavkirin û paşê hatin berdan, doz hate destpêkirin.
Rojnameger Zeynep Kûray, Hayrî Tûnç, Yasîn Akgul (AFP), Bulent Kiliç, Alî Onûr Tosûn (NOW TV), Gokhan Kam û Kûrtûlûş Ari ku çalakiyên piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatin destpêkirin dişopandin, di 25ê Adarê de di serdegirtina malên wan de hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin.
Rojnameger di 27ê Adarê de li ser îtirazê hatin berdan, lê belê gilînameya li hemberî wan hate amadekirin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 62an a Stenbolê ve hate qebûlkirin.
Rojnameger wê bi sûcdariya “Rabûna li ber qanûna meş, xwepêşandan û civîna” bêne darizandin.
Di îdianameyê de gotineke bi vî rengî balê dikişîne: “Nehatiye tespîtkirin ku gumanbaran karê rojnamegeriyê dikin.” Dema danişîna dozê hîn nehatiye eşkerekirin.