Amed – Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn berdewam dike. Derhênerê Kurd ê ji Rojava Mano Xelîl diyar kir ku xewna sînemaya Kurdî îro bûye rastî û pêk tê û got ku miletê Kurd ji bernameyên wisa gelek kêfxweş e.
Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn îro di roja 6emîn de bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê tê lidarxistin, berdewam dike. Festîval bi nîşandana fîlman û belgefîlmên didome. Di festîvalê de 84 fîlm û belgefîlm di festîvalê de tên nîşandan û 45 heb fîlm jî bi zimanê Kurdî ne. Festîval li eywanên nîşandanê yên ÇandAmedê pêk tê.
Derhêner fîlman Mano Xelîl û derhêner Prof Dr. Sedat Benek anîn ziman ku ew bi hatina xwe ya beşdariya festîvala fîlman gelekî kêfxweşin û gotin: “Festîvala Amedê ji hêla organîzasyonê ve pir baş e û kesên ku ji sînemayê hez dikin jî pir zêde ne.”

Xewna sînemaya Kurdî îro pêk tê
Derhênerê Kurd ê ji Rojava, Mano Xelîl diyar ku beriya 37 salan dema ku ew çûye Slovakyayê beşa sînemayê bixwîne wê demê ne fîlm û ne jî festîvalên bi Kurdî hebûne û got: “Ji me re dibû weke xewneke me digot gelo heye dê rojek festîvalên bi zimanê Kurdî jî çêbibin. Ji sedî sed me zanibû ku avakirina festîvalên bi Kurdî zehmetiya xwe gelek in. Ji bo ku welatê me azad bibe, bêtir hewcedarî bi xebatên çand û hunerî heye. Her çiqas ew derfetên me tune bin jî dîsa keç û xortên me yên nûjen dest diavêjin karê sînemayê festîvalan li dar dixin. Dema ku em li gelek deverên dunyayê dinihêrin 80-90 sal in festîvalên bi vî awayî têne lidarxistin. Lê mixabin li cem me tiştên wisa hê nû têne lidarxistin. Her dem rêya dirêj bi gava yekemîn destpê dike. Yê me jî ne gava yekemîn e. Dibe ku bibe gava sêyemê û hwd. em zanin ku çiqas zehmetî jî hene. Bi astengkirina çend û hunerê re li Amedê çend sal in festîvalên bi vî awayî nehatibûn lidarxistin. Lê vaye dîsa festîval tê birêvebirin. Miletê Kurd ji bernameyên wisa re gelek birçî ye. Tişta ku bi salan e hatiye qedexekirin em dixwazin careke din bibînin. Dema ku em li dîasporayê fîlman çêbikin, temaşekirina wan a li Kurdistanê ji bo me dibe xewnek ku em jî bibînin.”
‘Zimanê Kurdî di fîlman de zêde cihê xwe nedigirt’
Mano Xelîl anî ziman ku ew gelek kêfxweşin fîlmên bi zimanê Kurdî temaşe dikin û wiha got: “Nêzîkî 110 sal in sînema hatiye dunyayê, heta beriya çend salan yek fîlmek tunebû ku çar peyvên Kurdî têde bihatana axaftin. Ne Tirkan ne Ereban û ne jî Farisan nedihiştin em bi zimanê xwe fîlman çêbikin, ji ber vê yekê zimanê Kurdî di fîlman de zêde cihê xwe negirt. Lê êdî rewş ne wisa ye û êdî em dikarin bêjin ku sînemaya Kurdistanê heye. Em bi van fîlman gelek kêfxweşin ku çîrok û çanda Kurdî nîşanî me didin.”
‘Fîlmên baş derketine holê’
Prof Dr. Sedat Benek ku li Zanîngeha Harranê ya Rihayê dersên Beşa Erdnîgariyê dide jî beşdarî festîvalê bûye got: “Di vê festîvalê de fîlmên li ser erdnîgariya Kurdistanê jî hatine çêkirin hene. Mînak fîlmek piranî li ser saykolojî psîkolojî û civaknasî pir fîlmên baş derketin holê. Erdnîgariya Kurdistanê pir mezin e û hilberandina li ser axa me gelek e. Festîvala Amedê ji hêla organîzasyonê ve pir baş e û kesên ku ji sînemayê hez dikin jî gelek in. Daxwaz û hêviya min ew e ku ev festîvalên bi vî rengî zêde bibin û fîlmên Kurdî hin bêtir belav bibin û bên temaşekirin.”













