Amed – Dadgehê der barê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê da.
Danişîna 3yemîn a doza rojnameger Geşbûn Ayşe Kara ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Geşbûn Ayşe Kara beşdarî danişînê nebû. Lê parêzerê wê Resûl Temur amade bû. Daxwaza ku îfadeya Ayşe Kara li derveyî welat were girtin ji hêla dadgehê ve nehate qebûlkirin. Dadgehê, der heqê Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê da.
Dadgehê danişîna dozê taloqî 6ê Adara 2025an kir.