Nûçe dosye: Bêziman jî meriv dikare bijî lê bi ruhekî biyanî
Şirnex – Endama DER-MEZê Jiyan Ay bi lêv kir ku zimanê dayikê hemaya herî bingehîn a avakirina xwebûnê ye û got: “Heke zarokek ne bi zimanê dayikê lê bi zimanekî serdest mezin bibe nikarê xwebûna xwe ava bike.”
Li gor lêkolînên zanistî zimanê dayikê bandoreke mezin li ser keseyat û pêşveçûna zarokan dike. Lewma qedexebûna zimanê dayikê û biçûk xistina wî zimanî ji aliyê derûnî ve travmayên mezin li ser zarokan dike. Zimanê Kurdî ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve qedexe ye û bi zextên dewletê re rû bi rû maye, ev yek bûne sedema travmayên mezin ji bo zarokên Kurdan. Zarokên Kurd li li malê bi Kurdî diaxivîn û piştî diçin dibîstanê fêrî Tirkî dibin. Lê heta fêrî Tirkî dibin gelek caran ji aliyê mamosteyên dibistanê ve bi tundî û biçûkxistinê re rû bi rû diman. Ev yek jî dibe sedema travmayan ji bo zarokan. Ji ber vê yekê jî qedexebûna Kurdî ne tenê binpêkirinên mafên neteweyî ye, di heman demê de binpêkirinên mafên mirovî ye jî.
Nivîskar, zimanzan û siyasetmedarê Kurd Celadet Alî Bedîrxan girîngiya zimanê dayikê bi van gotinan vêdibêje: “Zimanên biyanî çek û kincên me ne lê zimanê Kurdî çerm û laşê me ye.” Zarokek di destpêka jiyana xwe de bi zimanê dayikê xwe tînê ziman, gava xwe ya yekem bi wî zimanî diavêje lewma ew ziman teşê dide keseyet, hest û ruhê kesan. Ji ber wê jî weke gotina Celadet Alî Bedirxan zimanê dayikê çerm û laşê mirovan e. Endama Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Jiyan Ay bandora zimanê dayikê ya li ser derûniya kes û neteweyan ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Ziman hemaya herî bingehîn a netewan e’
Jiyan Ay diyar kir ku ziman bingeha netewan e û ji bo avakirina xwebûna keseyetan jî hemaya herî bingehîn e. Jiyan Ay destnîşan kir ku qedexbûna ziman jî bi heman awayî bandorê li ser xebûna kesayetê dike û wiha got: “Dema zarokek nû ji dayik dibe hewl dide bi kesên derdorê re bikeve têkiliyê û piştrê jî zimanê wê civakê hîn dibe. Piştre jî bi zimanê xwe yê dayikê fikir û hestên xwe tînê ziman. Dema li dijî ziman û çanda wê/î zextek hebe ew jî dibe sedem ku ew kes ji keseyata xwe dûr bikevin û derbarê kes û nasnameya xwe de dudilî bimînin. Zextên li ser ziman û qedexekirin bi xwe re baweriya mirovan dişkîne û dibe sedem ku kes xwe bawer nebin. Ya herî girîng jî avakirina xwebûnê ye. Nikarê xwe ava bike, xwe nas bike, kesek nikare xwe nas bike, nikare di nava civakê de ji xwe re cihek jî bibîne. Her kes bi zimanê xwe hest û fikrên xwe tînê ziman, lê dema ew jê be girtin aidiyeta wan namîne.”
‘Bêperwerdehî zarokan ji xwebûna wan dûr dike’
Jiyan Ay bal kişand ser qedexebûna mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî û bandora wê ya li ser zarokan û wiha axivî: “Heke zarokek ne bi zimanê dayikê lê bi zimanekî serdest mezin bibe ji aliyê xwebûnê ve pirsgirêkan dijî. Dema kes nikarê xwebûna xwe ava bike û xwe nasbike nikarê di nava civakê de jî cih bigrê. Ew yek jî pir caran dibe sedema xwe kuştinê jî. Zarok heta temenê dibîstanê bi zimanê dayikê xwe tîne ziman lê piştî dibîstanê bi zimanê serdestan ve perwerde dibîne. Zarok li malê bi zimanê xwe ye dayikê hest û fikrên xwe tînê ziman. Çîrokan bi wî zimanî hîn dibe. Bi wî zimanî dilîze. Lê dema diçe dibîstanê ziman û civakeke nû ye. Dibîne ku ew zimanê wî ye dayikê ku bi wî zimanî lîstik dilîstin li wir qedexeye. Ew jî ji aliyê derûniyê ve bandoreke wisa li ser zarokan dike ku ji nû ve vegerin zarokiya xwe ya derbas kirinê. Yanî neynûkên xwe dixwin, di xwe de dimîzin û hewd. Hemû bi wê derûniyê ve giredayiyê. Dema zarok mezin dibe, êdî digihîje temenekî jî bandora van tiştan li ser xwe dibîne. Bandora wê jî wisa ye; ev yek dibe kesekî şermok, xwe bi rehetî nikare bîne ziman û ew jî dibe sedem ku hê nexweşiyên derûnî peyda bibin.”
‘Qedexeya zimanê dayikê dibe sedema nexweşiyên derûnî’
Jiyan Ay bi lêv kir ku qedexekirin û biçûkxistina zimanê dayikê bi xwe re nexweşiyên derûnî jî tînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha Kurdan tramvayên gelek giran jiyan. Tunehesibandina çand û ziman bi xwe re pirsgirêkên aidiyeta çanda xwe û yên bi pê re dijîn jî tîne. Ew jî dibe sedem ku kes li gor civakên serdest xwe kêm bibîne. Zimanê xwe kêm bibîne, çanda xwe kêm bibîne. Ew kêm dîtin jî dibe sedema ji xwe nerazî û bawer be. Keseyeta xwe qebûl nakin, çanda xwe qebûl nakin. Dibêje ez ne aidî vê çandê me. Ew yek jî bi xwe re ji aliyê derûniyê ve nexweşiyên kesayetî tîne.”
‘Girîngiya perwerdehiya zimanê dayikê’
Jiyan Ay bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê dayikê û bandora wê ya li ser pêşveçûna zarokan û di dawiyê de ev yek anîn ziman: “Ya herî girîng ew ê ku zarokek di destpêka dibîstanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Pêş dibîstaniyê destpêbike û heta mezin bibe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Dema kesek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne ew aliyê hiş û zanînê, fikir û remanên xwe bînê ziman û ji xwe bawer bibe. Dema tu zimanê xwe yê dayikê hîn bibe û mezin bibe tu dikarî tiştan baştir fehm bike. Ew jî ji aliyê hîş ve dibe alîkar. Ji ber wê jî divê ji aliyê naskirina mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî di mekazagonê de be naskirin. Divê zimanê dayikê bê parastin û li rex zimanê dayikê zimanên din jî hîn bibin.”
Bi dawî bû.