Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li navenda giştî têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û geşedanên di rojevê de civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya. Di civînê de dê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û geşedanên di rojevê de bên nîqaşkirin û nirxandin. Her wiha hat zanîn ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê Giştî HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş, girtiyên Doza Kobanê, merhaleya ku pêvajo gihîştiyê, pêşketinên li Rojhilata Navîn û gelek mijarên din ên di rojevê de mijara civîna Desteya Rêveberiya Navendî ne.













