Enqere – Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî. Bahçelî diyar kir ku di pêvajoyê de tu valahî û tavîz nayê qebûlkirin û got: “Aştî hevsengiya parastina rûmeta dewletê û gel e. Di vê pêvajoyê de tu zeîfî nayê qebûlkirin. Hewcehî bi xwe mijûlkirinê nîn e.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî derbarê geşedanên di rojevê de ne di komcivîna partiya xwe ya de li Meclise de axivî. Devlet Bahçelî di axaftina xwe de tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman ku dema avêtina gava wan di demeke rast de hatiye pêkanîn û wiha got: “Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Di vê pêvajoyê de tu valahî û tavîz nayê qebûlkirin. Aştî ne tavîz e. Aştî hevsengiya parastina rûmeta dewletê û gel e. Di vê pêvajoyê de tu zafiyet nayê qebûlkirin. Hewcehî bi xwe mijûlkirinê nîn e.”













