Dewleta Tirk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî binesaziya li herêmê dike, bombe li embara genim û stasyona ceyranê ya li Tebqayê barand.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), dewleta Tirk li navçeya Cirniyê ya Tebqayê bombe li embara genim a Xatûniyeyê û stasyona ceyranê barand. Têkildarî encama bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.