Dewleta Tirk ji bejahî û hewayî ve başûrê bajarê Kobanê bombebaran û topbaran dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dewleta Tirk herêma pira Qereqozaqê ya li başûrê Kobanê bombebaran dike.
Her wiha dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter depoyên genim ên Sirînê û dora wê jî topbaran dikin.