Dewleta Tirk carek din rasterast êrişî gelê li Bendava Tişrînê nobetê digire kir. Hate ragihandin ku di encama êrişê de birîndar hene.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter careke din bi bi balafireke bêmirov êrişî gelê li Bendava Tişrînê nobetê digire kir. Hat zanîn ku di encama êrişê de gelek kes birîndar bûn e.
Di êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter li dijî gelê ku ji 8ê Çileyê ve nobetê digire de herî kêm 21 sivîl hatin kuştin û zêdeyî 200 kesî birîndar bûn.