Dewleta tirk bajarokê Sirînê û gundên başûrê Kobanê bombebaran kirin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) balafirên dewleta tirk bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê û gundewarên wê bombebaran kir.
Hat zanîn ku bombebarana li herêmê didome.