Dewleta tirk bi şev li nêzî gundê Mahmutlî yê Tebqayê bi SÎHAyê wesayîtek bombebaran kir û di encama bombebaranê de 2 sivîl birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Balafireke Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta Tirk îro saet di 01.00an de li nêzî gundê Mahmutlî yê Tebqayê li wesayîteke sivîlan da û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.