Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Şirnexê ji bo projeyên weke çêkirina avahî û qalekolên polîsan, veguhestina gemara Şirnex û GESê dest daniye ser erdê 13 mezrayan.
Li mezrayên Robara Jêr, Robara jor, Kaniya Sehdin, Birka Talika, Kaniya Șex Elyas, Șkeft Îsif, Besta Melkemot, Nala Horisya, Çemê Teînê, Mermijdîn, Sada, Banê Reş û Sulav ên girêdayî gundê Behmor ê navçeya Cizîr a Şirnexê li ser parselên 177-178-179-180 ku tevahiya erdên van gundan dibe 5127 donum ji aliyê Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Şirnexê ve ji bo hin projeyan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Ji ber ku çûne zozanan erdê wan kirin malê xezîneyê
Şêniyên 13 mezrayan ji ber ku sewalkariyê dikin, dema sala 1974an tapûyan herêma lêne hatine dayîn ew li zozanên navçeya Berwariya Sêrtê bûn û ji ber vê yekê tapûyên erdên wan nehatine dayîn. Her wiha 5127 donum erdê wan ku bi sedan sal bûn lê jiyan dikirin weke erdê xezîneyê hatiye nîşandan. Dema şênî ji zozanan vedigerin serî li saziyên fermî didin lê ji bo stendina tapûyên erdê xwe encam wernagirin. Her wiha ji sala 1984an şûn ve erdê xwe weke kirêdar ji dewletê kirê dikin û her sal baca erdê xwe didin.
Erdê xwe yê bi sedan salanin ji dewletê dikirin
Bi hezaran şêniyên van her 13 mezrayan di sala 1992an de ji ber zordariya dewleta Tirk ji axa xwe koçber bûne û li navenda Cizîrê bicih bûne. Her wiha di salên borî de dema derfet dîtine cardin li ser axa mezrayên xwe sewalkarî û çandinî berdewam kirine. Her wiha dema qanûna (6292) axa çandiniyê dayîna gundiyan derketiye, di sala 2014an de 88 şêniyên van mezrayan serî li Mîllî Emlaqê da û ev serlêdan 25ê Tîrmeha 2025an hatiye erêkirin. Li ser vê daxwaza gundiyan Mîllî Emlaqê gotiye, ‘Raste ev sedan salan in ev şênî li vê derê dijîn û mafê wan e ku xezîne erdê parselên 177-178-179-180 bifiroşe wan.’ Dema şêniyên van mezrayan bi kar û barê fermî yê kirîna erdê xwe ve mijûl bûne pê agahdar bûne ku gelek proje li ser axa wan tên sazkirin.
Ji bo avahiyên leşkerî û lojmanên polîsan 2 parsel desteser kirine
Li gor agahiyên hatine stendin Wezareta Karên Hundir li ser parselên 177 û 178an ku 3323 donum erd pêk tê biryar daye ku lojman û avahî ji bo Miduriyeta Polîsan a Cizîrê werin çêkirin. Her wiha cardin di heman parselan de biryar hatiye stendin ku qeleqol û avahiyên leşkerî werin çêkirin. Li ser vê yekê xwediyê van parselan doza betalkirina vê biryarê vekiriye.
Dixwazin zeviyên çandiniyê bikin beton
Rayedarên dewletê bi desteserkirina parselên 177 û 178 ranewestiyane û ji bo parsela 179an ku ji 540 donum erd pêk tê jî vê carê Walîtiya Şirnexê ji xezîneyê destûr stendiye û biryar daye ku tesîsa veguherandina gemara Şirnex lê were çêkirin. Her çiqas ev parsel %100 zeviyên çandiniyê bin jî, ev yek li ber çavan nehatiye girtin û ji bo çêkirina qeleqol, lojman, avahî û tesîsan hatine desteserkirin.
Biryara desteserkirina parsela dawiyê di destê Meclîsa Giştî ya Bajêr de ye
Walîtiya Şirnex herî dawî parsela mayî ango parsela 180an ku ji 1264 donuman pêk tê biryar daye ku Pergala Enerjiya Tavê (GES) were çêkirin. Ji bo ku ev biryar were pêkanîn hewceyî ango destûra Meclîsa Giştî ya Bajêr heye. Meha Îlonê ev biryar hatiye ber destê Meclîsa Giştî ya Bajêr û meclîsê ji bo biryarê bide mijar şandiye komîsyonan ku lêkolînê bikin û heya meha Cotmehê rapor amade bikin. Meclîsa Giştî ya Bajêr heya 7ê cotmehê dê li ser mijarê biryar bide. Li gor qanûna Meclîsa Giştî ya Bajêr, meclîs dikare vê daxwaza Walîtiya Şirnexê qebûl neke, her wiha dikare erê bike an jî ji bo lêkolînek baştirîn carek din mijarê sewqî komîsyonan bike. Ev her sê vebijêrk hene ku Meclîsa Giştî ya Bajêr biryarê li ser bide.