• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konsera Koma Amed bi dawî bû: Hesreta bi salan bî dawî bû

    Konsera Koma Amed bi dawî bû: Hesreta bi salan bî dawî bû

    Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amed bûn

    Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amed bûn

    ‘Em bi Koma Amed serbilind in’

    ‘Em bi Koma Amed serbilind in’

    Gel ji bo konsera Koma Amed diherike qada Newrozê

    Gel ji bo konsera Koma Amed diherike qada Newrozê

    Dê duşemê xwînê ji Huseyîn Aykol bigirin

    Dê duşemê xwînê ji Huseyîn Aykol bigirin

    Bi hezaran li Esenyurtê qêrîyan: Mil bidin mil li dijî faşîzmê

    Bi hezaran li Esenyurtê qêrîyan: Mil bidin mil li dijî faşîzmê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Konsera Koma Amed bi dawî bû: Hesreta bi salan bî dawî bû

    Konsera Koma Amed bi dawî bû: Hesreta bi salan bî dawî bû

    Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amed bûn

    Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amed bûn

    ‘Em bi Koma Amed serbilind in’

    ‘Em bi Koma Amed serbilind in’

    Gel ji bo konsera Koma Amed diherike qada Newrozê

    Gel ji bo konsera Koma Amed diherike qada Newrozê

    Dê duşemê xwînê ji Huseyîn Aykol bigirin

    Dê duşemê xwînê ji Huseyîn Aykol bigirin

    Bi hezaran li Esenyurtê qêrîyan: Mil bidin mil li dijî faşîzmê

    Bi hezaran li Esenyurtê qêrîyan: Mil bidin mil li dijî faşîzmê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dewra fikir û pênûsê ye

Navenda Nûçeyan /AW

22 GULAN 2025 - 10:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Ramazan Olçen, di quncikê xwe yê vê hefteyê de bal dikişîne ser pêvajoya heyî û destnîşan dike ku êdî derwa fikr û pênûsê ye.

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Ramazan Olçen vê hefteyê cih da erk û berpirsiyariya pêvajoyê. Nivîskar Ramazan Olçen, diyar dike ku bi vê mîrasa mezin meş û mezinkirina mîrasê di destê wan de ye û dibêje: “Serketin ya Rêber Apo, ya PKKê, ya şehîdên dozê, ya gelê Kurd û hêzên demokrasî û şoreşê ye. Ev dewr, dewra çeka herî xurt e. Dewra fikir û pênûsê ye. Fikir û îlma Apoyî wê bi xwe re serketinê bîne. Ev zafer a gelê Kurd û hemû gelan e.”

Nivîskar Ramazan Olçen, balê dikişîne ser kongreya PKKê û dibêje: “Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê Kongreya xwe ya 12an a Awarte li dar xist. Bi vê kongrê dawî li sazûmaniya bi nave xwe anî û xwe fesix kir. Ev ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê werçerxeke nû destnîşan dike. Ez ê hewl bidim ku nirxandineke li ser kongreyê bikim lê beriya wê dixwazin li ser wêneyê ji kongreyê derketî çend tiştan bibêjim. Di dema ku bi 10 hezaran caran li her Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dihatin barandin de, li du qadên cuda bi hemwextî bi tevlêbûna 232 delegeyan kongre pêk anî. Rapora polîtîk a Rêber Apo ji bo kongreyê hate xwendin, heta bi awayekî bi îmkanên teknîkî Rêber Apo tevli kongreyê bûye. Ev bi serê xwe bûyer û geşedanên girîng in. Ji wan qadên şer hatina fermandaran, rêveberên tevgerê bi serê xwe xwedî wateyeke girîng e. Cîhanê hemû di ragihandina xwe de cih da dîmen û wêneyan. Li cîhanê deng veda.

Kongreyê hêza Rêber Apo jî careke din tescîl kir. Rêber Apo weke avakerê partiyê xwest ku partiya ku di oxira azadkirina gel de weke amûra demê bê bikaranîn, xwe fesix bike. PKKê jî bi kongreyê ev kir. Êdî amûr guherî. Delegasyona kongreyê da zanîn ku ew Apocî ne û wê dîsa bi ilmê Apoyî têkoşînê bidomînin, mezin bikin. Bi PKKê re rûpelek li dîroka Kurdistanê hatibû vekirin. Her tîp û peyvên wê ji agir û bi bedêl hatin nivîsandin, bi nirxên mezin hatin nivîsandin. Ev rûpela zêrîn tê girtin û rûpeleke nû li dîroka Kurdistanê tê vekirin.

Pêşengên tevgerê bi tecrûbe, aqil, hest, mêjî û dilê xwe dê pêşengiyê ji vê demê re jî bikin. Wê jin û ciwan, civak bi xwe rûpela nû bi hişmedî û serwextiya têkoşîna 52 salan, hîn bi xurtî binivîse. Ew dîroka reşzivirî wê bi ked û têkoşînê bê guhertin. PKKê dewrek girt û derî li dewreke nû vedike. Gelê Kurd bi saya PKKê bi xurtî derketiye ser dika dîrokê. PKKê îmkan çêkir ku gel bi xwe dîroka xwe binivîse.

Di salên 1970yî de dema Koma Apocî dest bi vî karê pîroz kir, ti derfet tunebû. Kurdayetî li çiyayê bi ezamet ê Agiryê hatibû meftûnkirin. Lê Apociyan ev gel ji gorê rakir. Dara hişkbûyî şîn kir. Vê darê fêkî dan. Hem jî fêkiyên pir bi lezzet. Ev dara hişk bi xwînê hat avdan. Wisa hêsan nîn e. Xwedîderketina li vê mîrasê weke erkeke li ser mile Klana Apoyî û gelê Kurd e. Bi vê mîrasa mezin meş û mezinkirina mîrasê di destê me de ye. Serketin ya Rêber Apo, ya PKKê, ya şehîdên dozê, ya gelê Kurd û hêzên demokrasî û şoreşê ye. Ev dewr, dewra çeka herî xurt e. Dewra fikir û pênûsê ye. Fikir û îlma Apoyî wê bi xwe re serketinê bîne. Ev zafer a gelê Kurd û hemû gelan e.

 

 

Etîket: AqilKurdpênûspkkRêber apo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Avakirina nasnameya tirkbûyîn û misilmanetiyê

Avakirina nasnameya tirkbûyîn û misilmanetiyê

18 COTMEH 2025
Bi girseyî serdana sersaxiya du gerîlayan hate kirin

Bi girseyî serdana sersaxiya du gerîlayan hate kirin

17 COTMEH 2025
‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

4 COTMEH 2025
Dêra Surp Kevork ji bo Ermen û Kurdan cihekî pîroz e!

Dêra Surp Kevork ji bo Ermen û Kurdan cihekî pîroz e!

4 COTMEH 2025
Di salekê de li Îmralî, Enqere û Qendîlê çibû?

Di salekê de li Îmralî, Enqere û Qendîlê çibû?

1 COTMEH 2025
Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

1 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (425)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne