Komeleya Rojnamevanan a Dicle Fıratê (DFG) bi minasebeta 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê rapora meha Nîsanê eşkere kir. DFGê anî ziman ku di Nîsanê de 3 rojnamevan hatine girtin û 171 hesabên medyaya dîjîtal jî hatine astengkirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG), bi wesîleya 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê rapora binpêkirina mafên mirovan a meha Nîsanê eşkere kir. DFGê, diyar kir ku li Tirkiyeyê 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê di nava hewrdoreke zextê de tê pêşwazîkirin û got ku li gorî endeksa RSFê Tirkiye di nava 180 welatan de di aliyê binpêkirina mafan de di rêza 159an de cih digire. DFGê, ragihand ku di çar mehên ewil ên sala 2025an de 65 rojnamevan hatin binçavkirin û 25 rojnamevan hatin girtin. DFGê, da zanîn ku di meha Nîsanê de 8 rojnamevan hatin girtin, 6 rojnamevan bi giştî 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn û 13 rojnamevan jî hatin darizandin û bi giştî 36 rojnamevan di girtîgehê de ne.
DFGê, da zanîn ku 7 malper hatin girtin, 171 hesabên medyaya dîjîtal û 6 nûçe hatin astengkirin û xwest rojnamevanên girtî bên berdan.