• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD: Bi pêkanîna mafê hêviyê re dê rêya demokratîkbûnê jî vebe

    OHD: Bi pêkanîna mafê hêviyê re dê rêya demokratîkbûnê jî vebe

    Çanda 300 salan didomînin

    Çanda 300 salan didomînin

    Jinan cangorî bi bîr anîn û ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin

    Jinan cangorî bi bîr anîn û ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin

    Rûniştina yekem a civîna komisyona meclisê destpê kir

    Rûniştina yekem a civîna komisyona meclisê destpê kir

    Helbestkar Mizgîn Hesko wefat kir

    Helbestkar Mizgîn Hesko wefat kir

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    OHD: Bi pêkanîna mafê hêviyê re dê rêya demokratîkbûnê jî vebe

    OHD: Bi pêkanîna mafê hêviyê re dê rêya demokratîkbûnê jî vebe

    Çanda 300 salan didomînin

    Çanda 300 salan didomînin

    Jinan cangorî bi bîr anîn û ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin

    Jinan cangorî bi bîr anîn û ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin

    Rûniştina yekem a civîna komisyona meclisê destpê kir

    Rûniştina yekem a civîna komisyona meclisê destpê kir

    Helbestkar Mizgîn Hesko wefat kir

    Helbestkar Mizgîn Hesko wefat kir

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG: 21 rojnameger hatin binçavkirin 3 jî hatin girtin

2 KANÛN 2024 - 15:33
Kategorî: ROJANE
A A

Amed – DFGê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha Mijdarê aşkere kir û da zanîn ku 21 rojnameger hatine binçavkirin, 3 hatine girtin û 39 weşan hatine qedexekirin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Meha Mijdarê aşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin tayînkirin, zext û binpêkirina maf ên li dijî rojnamevanan di meha Mijdarê de zêde bûye. Hat diyar kirin ku di çalakiyên li dijî qeyûman de gelek rojnamevan rastî êrîş û astengiyên polîsan hatine.

Rapora DFGê wiha ye: “Siyaseta qeyûm a ku li ser nîqaşên berfireh hatinkirin, bi tu awayî ji aliyê gel û siyasetê ve nehat pejirandin. Li gel vê jî ev siyaseta darbeyê careke din desthilatdariya AKPê û MHPê xist meriyete. Destpêkê de bi Esenyurt a Stenbolê dest pêkir û bi Merdîn, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Pilurê berdewam kir. Ev pêkanîna qeyûm li gelek navendan bû sedemê bertekên mezin. Bi pêkanîna siyasete tayînkirina qeyûman re êrişên li ser rojnamegeran jî di vê mehê de derket lutkeyê.

Li gelek deveran li hember qeyûm, gel daket kolanan û mafên xwe yên protestoyê bikar anîn. Lê bele li gelek noxteyan polis êrişî gel kirin. Ev bertek, çalakî û xwepêşandan bêyî ku raweste berdewam kirin. Di êrişên polîsan de hejmareke zêde hempîşeyên me jî hatin binçavkirin û şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin. Êrişa li Êlihê di dîroka azadiya çapameniyê de weke bûyereke reş cihê xwe girt. Li Êlihê roja 4’ê Mijdarê li dijî qeyûm gel daket kolanan. Di vê serdemê de buroya Batman Sozê rastî êrişa polîsan hat û nûçegihanê rojnameyê Serhat Aslan hat binçavkirin. Roja 5ê Mijdarê nûçegihana JINNEWSê Pelşîn Çetînkaya, rojnameger Mizgîn Sonuk û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren bi lêdanê û îşkenceyan polîsan ew binçavkirin.

Di 8ê Mijdarê de xebatkarê rojnameya Yeni Yaşamê Veysî Akoren dema di kolanê de li gel hempîşeyên xwe dimeşiyan rastî êrişa kesên rûyên xwe girtî hat. Van kesên rûyê wan bi maske girtî, xwe weke polîs dan nasîn û hewl dan ku rojnameger Veysî Akoren birevînin. Ji ber bertekên gel ên li derdorê nekarîn Akoren birevînin. Li gel daxuyanî û bertekên sazî û dezgeyên çapemeniyê jî Waliyê Êlihê di cihê ku navê kesên rûyên wan girtî aşkere bike rojnameger Akoren kire hedef.

Weke ku binçavkirin, tundî û astenkirina şopandina nûçeyan a li qadê ne bes bû, parvekirina nûçeyên ku rexne li qeyûm kirin jî weke sûc hat pênasekirin. Muhabîrê 10Haberê Furkan Karabay ji ber ku tayînkirina qeyûm a li şûna Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de kir nûçe û parve kir hat binçavkirin û dadgehê jî ew girt û şand girtîgehê. Qeyûmê Esenyurtê ku vîna gel xesp kiriye jî demildest midûrê çapemeniya şaredariyê ji kar avêt. Her du kesên weke kameraman dixebitîn jî cihê karê wan guherand.

Li dijî çapameniyê ne tene ev êriş pêk hatin. Rojnameger Roza Metina, Ahmet Sumbul, Erdogan Alayûmat (rojnamegerê xweser), Bîlge Aksû (rojnamegera xweser), Tûgçe Yilmaz (Bianet), Sûzan Demîr (Gazete Duvar), Serap Guneş (rojnamegera xweser), Havîn Derya, Mehmet Ûçar (rojnamegerê xweser), Bîlal Seçkîn (rojnamegerê xweser), Baver Yoldaş , karîkaturîst û rojnameger Dogan Guzel, Berfin Atli û Mehmet Yaşar Abatan bi giştî 14 rojnamegerên ku tenê di berdêla çêkirina nûçeyên xwe de heqdesta xwe girtibû hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina sê rojan Mehmet Uçar û Zana Aksu hatin girtin.

21 Rojnamevan hatin girtin 

Di meha mijdarê de 21 rojnameger hatin binçavkirin. Ev meh darbarê êrişan de bû meha ku herî zêde ya ji êrişên li dijî rojnamegeran re ‘malovaniyê’ kiriye. Hêjmara zêd ya van binçavkirin bi têra xwe nîşandide ku çiqa şert û mercên azad yên xebatê ji holê hatine rakirin. Li ser van encaman mirov kare bêje; azadiya çapameniyê êdi daye kerta herî binî.

Ji aliyê raya giştî ve jî hat dîtin ku tundiya li ser rojnamegeran ne tenê li qadê ye. Ev tundî heta meclîsa tirk jî çû. Serokê Partiya Nijadperest Devlet Bahçelî êdî di hemû civînên koma partiya xwe de gefên li dijî rojnamegeran roj bi roj zêde dike û bi gotinên weke ‘Em navê we dinivîsin’ dixwaze rojnamegeran bitirsîne. Rêxistinên sazî û dezgeyên çapameniyê bi helwesta ‘Êdî bes e’ bertekên tund nîşanî van kiryarên Baxçelî dan.

Di Meclîsa Tirk de di navbera Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û parlamenterên muxalefetê ji ber tayînkirina qeyûm nîqaş derket û veguherî hengameyê. Wezîr Yerlîkaya yê ji parastina çapemeniyê berpirs di nava vê hengameyê de kamareya xebatkarê ANKA’yê da ber kulman. Em vê êrişa li dij rojnamegeriyê qebûlnakin û şermezar dikin. Ev jî dide xuyakirin ku em rojnameger û rojnamegerî di bin çi xetereyan de dixebitin.

Di dawiyê de ji bo 25ê Mijdarê pêwîstî bi vekirina parantêzek heye. Di Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê de bi 10 hezaran jin daketin qadan û li dijî qetilkirin û tundiya li ser jinê sekneke xurt da nişan dan. Di van çalakiyan de gelek rojnameger hatin astengkirin û nûçegihana Ozgur Yurtaşê İrem Kabataş hat binçavkirin.

18 saziyên rojnamegeriyê toreke hevkariyê ava kirin 

Rojnamegeran li gel van êrişan, carekê tenê jî bi paş ve gav neavêtin û ku pêwist dikir pêk anîn. Rojnamegerên ji binçavan hatin berdan bêyî ku navberek bixinê dest bi ristina nûçeyê û nivîsandina heqîqetê kirin. Li hember operasyonên ku navenda xwe Eskîşehîr bûn û li hember êrişên din ên li li dijî rojnamegeran pêk hat ji aliyê me rojnamegeran ve bi tundî hat protestokirin û peyama ku bi tu awayî dê paşve gavek jî neye avêtin hat dayîn. 18 saziyên rojnamegeriyê hatin gel hev û toreke bi hêz ya hevkariya rojnamegeriyê ava kirin. A ku dikeve ser milê me; hêzkirina vê torê ye.”

DFG di dawiya raporê de diyar kir ku gef li gelek rojnamevanan hatiye xwarin, 3 rojnamevan hatine girtin, derbarê 6 rojnamevanan de doz hatiye vekirin, 88 hezar û 80 lîre cezayê pere li du rojnamevanan hatiye birîn, 39 weşan hatine qedexekirin û hejmara rojnamevanên girtî jî 40’e.

 

 

Etîket: DFGDogan GuzelMehmet UçarRojnamegerRoza MetinaZana Aksu
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Derheqê sê rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayîn

Derheqê sê rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayîn

29 ÎLON 2025
‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

‘Rihê yekîtiyê dê me bibe serkeftinê’

28 ÎLON 2025
Rojnameger Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket

Rojnameger Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket

27 ÎLON 2025
Rojnameger Yalçin piştî 2 salan hate berdan

Rojnameger Yalçin piştî 2 salan hate berdan

27 ÎLON 2025
MKG: Em kevneşopiya Çapemeniya Azad diparêzin

MKG: Em kevneşopiya Çapemeniya Azad diparêzin

24 ÎLON 2025
DFG: Seyîd Evran ji bo gelê Kurd têkoşiya

DFG: Seyîd Evran ji bo gelê Kurd têkoşiya

22 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (26)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne