DFGê rojnameger Vedat Erdemcî yê ku di êrişa Tirkiyeyê de li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, bibîr anî û hate gotin ku dê têkoşîna wî zindî bihêlin.
Rojnameger Vedat Erdemcî, 11ê Cotmeha 2019an di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de hatibû kuştin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), di salvegera kuştina rojnameger Erdemcî daxuyaniyek belav kir û ew bibîr anî.
Di daxuyaniya DFGê de wiha hate gotin: “Erdemcî rojnamegerek bû ku bûyerên li Rojava kêlî bi kêlî bi kameraya xwe kişand. Erdemcî, ku rojnamegeriya li ser bingeha rastiyê wekî bingeha xwe qebûl kir, di heman demê de bû dengê gelekî. Ji ber vê yekê ew ji hêla hêzên ku ji rastiyê ditirsin ve bûye hedef. Her çend têkoşîna Erdemcî giyanê xwe di Nazim, Cîhan û Egîd de dibîne jî, em ê têkoşîna wî zindî bihêlin.”