Li Tirkiyeyê qeyrana aborî dibe sedem ku ciwan di karên giran de bixebitin. Ciwanên di kar de dixebitin gelek ji wan dibin kurbana kar. Li gorî daneyên 12 salan 2 hezar û 664 karkerên ciwan mirin.
Her ku qeyrana aborî kûr dibe hejmara karkeran jî zêde dibe. Li aliyekî bi keda erzan dixebitin û li aliyê din hejmara zarokên karker jî zêde dibe. Ev jî dibe sedem ku gelek zarok di kar de bimirin. Di 12 salên dawî de mirina 742 karkerên zarok nîşana qeyrana aborî ye.
Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî ku li demê û bajaran belav bûye heye. Her sal bi hezaran karkerên jin, ciwan û zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Lê ne nûçe li ser van karkeran tên çêkirin û ne jî der barê kuştina van karkeran de lêpirsîn û doz tê vekirin. Malbatên gelek karkeran wekî ku qeza pêk hatibe digirin dest û wekî qeder pênase dikin. Gelek malbatên dozê vedikin jî encamê bi dest naxin. Dema em li daneyên Melisa Ewlehiya Karkeran û Tenduristiya Kar (ÎSÎGM) binerin, bi hêsanî tê dîtin ku komkujiyek çawa li ser karkerên zarok, ciwan, jin, kal û pîran heye.
Di 12 salên dawî yên serdema hikûmeta AKPê de zarok û ciwan bi komkujiyê re rû bi rû ne. Li gorî raporên ÎSÎGê di 12 salên dawî yên AKPê de 2 hezar û 664 karkerên ciwan û 742 karkerên zarok mirin.
Di 3 mehên ewil ên 2025an de 443 karker di qezayên kar de mirin. Ji van karkeran 14 karkerên zarok û 80 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Dema em li daneyên 3 mehên dawî binerin;
Di meha Adarê de li Tirkiyeyê herî kêm 145 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran herî kêm 6 zarok û 31 ciwan mirin.
Di meha sibatê de herî kêm 121 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 3 zarok û 15 karkerên ciwan in.
Di meha çile de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 5 zarok û 34 karkerên ciwan in.
Di 12 salan de 2 hezar û 664 karkerên ciwan mirin
Di 12 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan di kar de jiyana xwe ji dest dan. Dema em li 12 salên dawî binerin dane wiha ne:
Di sala 2013an de herî kêm 193 karkerên ciwan, di 2014an de herî kêm 226 karkerên ciwan, di 2015an de herî kêm 222 karkerên ciwan, di 2016an de herî kêm 233 karkerên ciwan, di 2017an de herî kêm 232 karkerên ciwan, di sala 2018an de herî kêm 225 karkerên ciwan, di sala 2019an de herî kêm 206 karkerên ciwan, di sala 2020î de herî kêm 202 karkerên ciwan, di 2021an de herî kêm 174 karkerên ciwan, di 2022an de herî kêm 252 karkerên ciwan, di sala 2023an de herî kêm 260 karkerên ciwan, di sala 2024an de herî kêm 239 karkerên ciwan bi giştî di navbera salên 2013-2024an de herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dan.
Di 12 salên dawî de 742 zarok mirin
Di 12 salên dawî de herî kêm 742 zarok û di 22 salên serdema hikûmeta AKPê de jî herî kêm 978 zarok di cînayetên kar de mirin.
Li gorî salan di 12 salên dawî de rêjeya zarokên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan wiha ye: Di sala 2013an de herî kêm 59 zarokên karker, di sala 2014an de herî kêm 54 zarokên karker, di sala 2015an de herî kêm 63 zarokên karker, di sala 2016an de herî kêm 56 zarokên karker, di sala 2017an de herî kêm 60 zarokên karker, di sala 2018an de herî kêm 67 zarokên karker, di sala 2019an de herî kêm 67 zarokên karker, di sala 2020an de herî kêm 67 zarokên karker, di sala 2021an de herî kêm 62 zarokên karker, di sala 2022an de herî kêm 62 zarokên karker, di sala 2023an de herîe kêm 54 zarokên karker, di sala 2024an de herî kêm 71 zarokên karker bi giştî di 12 salên dawî de 742 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Di 12 salan de 402 karkerên çandiniyê yên zarok mirin
Her sal di demsala biharê de karkerên çandiniyê berê xwe didin nava zeviyan û dest bi karê zeviyan dikin. Gelek malbat zevî zarokên xwe berê xwe didin bajarên dûr û ji sebê heta êvarî karên zeviyan dikin. Bi destpêka karê zeviyan mirina karên zeviyan jî zêde dibe. Li gorî daneyên ÎSÎGê di navebar salên 2013-2024an de herî kêm 2 hezar û 58 karkerên zeviyan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkerên zeviyan herî kêm 402 kes zarok bûn.