Amed – Hêzên hikûmeta Şamê ragihand ku wan çend qadên ku ketibûn destê çeteyên dewleta Tirk paşve vegerandin. SOHRê jî da zanîn ku çete derbazî taxên Hemdaniye û Heleb El Cedîde yên bajarê Helebê bûn.
Hêzên hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew têkbirina êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) didomînin. Hêzên Hikûmeta Şamê di daxuyaniyê de anîn ziman ku çete çekên navîn û giran, balafirên bêmirov û bi hezaran çekdarên “terorîst” bikar tînin. Li aliyê din, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 2 êrişên xwekuj pêk anîn û di encamê de ew derbasî derdora taxên Hemdaniye û Heleb El Cedîde yên bajarê Helebê bûn. Ji berbanga 27’ê Mijdarê ve, heta niha 255 kes hatine kuştin.