Amed – Li gorî rêgezên gerdûnî divê mafên zarokan bê parastin. Li Tirkiyeyê çarçove berovajî parastina mafên zarokan e. Li gorî daneyên ÎSÎGê di serdema AKPê de hezar û 57 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane û bajarên wek Riha, Stebol û Dîlok di rêza yekemîn de ne.
Zarok jî bi mafên xwe hene. Tevî ku mafên zarokan hene jî lê di kar û barên giran de dixebitin û jiyana xwe ji dest didin. 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Lê li Tirkiyeyê berovajî parastina mafên zarokan, zarok wek mezinan tên xebitandin. Desthilata AKPê ji bo pêşî li karkeriya zarokan bigire di navbera salên 2017 û 2023yan de “Programa Têkoşîna Dijî Karkerên Zarok” pêk anî. Bi alîkariya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) 6 wezaret û 7 sendîkayan program îmze kirin. Sala 2018an wekî “Sala Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan” hat îlankirin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîskan a Tirkiyeyê (TUÎK) li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 3 milyon û 894 hezar zarokên karker hene. 970 hezar zarok bi fermî, 504 hezar zarok jî di Navenda Perwerdehiya Pişeyî (MESEM) de dixebitin. Hejmara mayîn jî zarok bi awayên qaçax tên xebitandin. Li gorî TUÎKê temenê zarokan ku di navbera 15 û 17 salî de ye. Di sala 2024an de ji sedî 24.9ê wan dixebitin. Ev hejmar derdixe holê ku li gorî daneyan, li Tirkiyeyê ji 4 zarokan zarokek dixebite.
Li Tirkiyeyê di 3yê Mijdara 2002yan de AKP hate ser desthilatê. Piştî AKP hate ser rêveberiya welat, hejmara zarokên karker zêde bûn. Di desthilatdariya AKPê de her roja ku diçe keda karkeran erzan dibe. Ji sala 2002yan heta 17ê Mijdara 2025an hezar û 57 zarok jiyana xwe ji dest dane.
Di navbara salên 2002 û 2012an de 236 zarok mirin e
Li gorî raporên Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakî ya Tirkiyeyê di sala 2002yan de zarokekî, di sala 2003yan de 18 zarok, di sala 2004an de 29 zarok, di sala 2005an de 27 zarok, di sala 2006an de 29 zarok, di sala 2007an de 28 zarok, di sala 2008an de 29 zarok, di sala 2009an de 12 zarok, di sala 2010an de 24 zarok, di sala 2011an de 24 zarok, di sala 2012an de 15 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Di navbera salên 2002 û 2012an de bi giştî 236 zaroka dema dixebitîn jiyana xwe dest dane. Piştî sala 2013an Meclisa Tenduristî û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) dest bi parvekirina raporên mirina zarokên karker kir û her sal hejmara zarokên ku dema li ser kar jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Ji 2013an heta Mijdara 2025an 821 zarok mirin e
Li gorî raporên ÎSÎG û Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakî ya Tirkiyeyê di sala 2013an de 59 zarok, di sala 2014an de 54 zarok, di sala 2015an de 63 zarok, di sala 2016an de 56 zarok, di sala 2017an de 60 zarok, di sala 2018an de 67 zarok, di sala 2019an de 67 zarok, di sala 2020an de 67 zarok, di sala 2021an de 62 zarok, di sala 2022an de 62 zarok, di sala 2023an de 54 zarok, di sala 2024an de 71 zarok, di sala 2025an heta 17ê Mijdarê 79 zarok dema dixebitiyan jiyana xwe dest dan. Di navbera salên 2013 û heta 14ê Mijdar 2025an de bi giştî 821 zarokan dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî qadên kar hejmara zarokên karker ku lê jiyana xwe ji dest dane; 402 zarok di qada çandiniyê de, 88 zarok di qada înşeatê de, 53 zarok di karên metale de, 51 zarok di karên otelan de, 26 zarok di karên xwarinê de, 24 zarok di karên bazirganiyê de, 22 zarok di karên giştî de, 19 zarok di karên barkirinê de, 18 zarok di karên tekstîlê de, 13 zarok di karên kaxezan de, 8 zarok di karên kîmyayê de, 5 zarok di karên enerjiye de, 5 zarok di karên çîmentoyê de, zarokek di karê madenê de, zarokek di karê ragihandinê de, zarokek di karê tenduristiyê de jiyana xwe dest dane.
Hejmara zarokên ku di navbera 2013 û 2024an jiyana xwe ji dest dane derdixe holê ku Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakî hejmera zarokên ku jiyana xwe ji dest dane kêm eşkere dike. Di serdema AKPê de bi giştî hezar û 57 zarokan dema dixebitîn jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên ÎSÎGê herî zêde di sala 2024an de 71 zarokên karker jiyana xwe ji dest daye. Lê îsal di sere salê de heta 17ê Mijdarê 79 zarokên karker jiyana xwe dest dane. Ev hejmar jî hejmara herî zêde ye.

Riha bajarê zarokên karker e
Li gorî îstatîskan zarokên karker herî zêde li bajarên Riha, Stenbol û Dîlokê jiyana xwe ji dest dane. Di navbera salên 2013 û 2024an de li 77 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 742 zarokan dema xebitîne jiyan xwe ji dest dane. Li Rihayê 54 zarok dema li ser kar bûn jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hejmara herî zêde ye. Nifûsa Rihayê ji sedî 44ê wê zarok in. Li gorî daneyên TUÎKê 720 hezar zarokên karker li Rihayê hene. Li Rihayê zarok gelemperî karên cotkaryê dikin û wekî karkerên demsalî diçin bajarên din. Hejmara zarokên ku li derveyî bajarê xwe jiyana xwe ji dest dane zarokên Rihayî ne. Li gorî îstatîskan zarokên Rihayî bi gelemperî di karên cotkariyê de jiyana xwe ji dest dane.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê karkerî di temenê 4 û 8 salî de dest pê dike. Zarokên di navbera 4 û 8 salî de gelemperî karên cotkarî û şivantiyê dikin. Piştî 8 salî zarok gelemperî bi malbatên xwe re karên demsalî dikin. Dema emrê zarokan mezin dibe zarok di karên girantir de dixebitin. Zarokên penaber jî bi giştî bi qaçaxî li kargeh û kolanan dixebitin.
Bajarên ku bûne goristana zarokên karker: Riha, Stenbol û Dîlok
Di navbera salên 2013 û 2024an de bi giştî 742 zarok jiyana xwe ji dest dane. Hejmara bajarên ku zarokên karker lê jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Li Rihayê 54 zarok, li Stenbolê 44 zarok, li Dîlokê 43 zarok, li Edeneyê 37 zarok, li Konyayê 30 zarok, li Antalyayê 23 zarok, li Enqereyê 22 zarok, li Bûrsayê 20 zarok, li Aydin 18 zarok, li Amedê 16 zarok, li Agiriyê 14 zarok, li Denîzliyê 13 zarok, li Kayserî, Samsûn û Şirnexê 12 zarok, li Balikesîr, Erzirom, Îzmîr, Mereş û Meletiyê 11 zarok, li Aksaray, Mugla, Osmaniye û Sakaryayê 10 zarok, li Ordu û Wanê 9 zarok, li Afyon, Xarpêt, Karaman, Sêwaz û Tekîrdagê 8 zarok, li Êlih, Duzce, Gîresûn û Sêrtê 7 zarok, li Çorûm, Isparta, Kastamonû, Mûş û Yozgatê 5 zarok, li Bolûyê 4 zarok, li Bartin 3 zarok, li Erdexan 2 zarok.
Li her bajarên ku zarokek lê jiyana xwe ji dest daye ev in: Baybûrt, Bîlecîk, Çewlig, Çanakkale, Edîrne, Gumuşhane, Rîze, Dersimê, Semsûr, Çankiri, Karabuk, Kırşehîr, Nevşehîr, Trabzon, Yalova, Kocaelî, Manîsa, Mêrdîn û Mêrsînê Hatayê Colemêrg, Kilîs, Kutahya, Nîgde û Sînopê, Bedlîs, Burdur, Eskîşehîr, Qers, Kirikkale, Kirklarelî, Tokat, Uşak û Zongûldak.













