Tumena 76an a di êrişên li ser Rojava de cih digire, li Qereqozaxê vîdeoyek kişand û bi gotina, “Em diyarî MÎT û dinyaya Tirk dikin” îmzeya dewleta Tirk avêt binê êrişan.
Êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMO ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin, li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Yek ji van koman jî Tumena 76an e. Vê koma çete li Qereqozaxê dîmenek parve kir. Serkêşê vê koma behsa xeberê Seyf Polat Ebubekir ku li cihê berê yê Turbeya Suleyman Şah vîdeo kişand, dibêje: “Ez vê vîdeoyê diyarî Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û koma wî ya qedirbilind dikim. Em diyarî hemû cîhana Tirk dikin.” Bi vê dîmenê îmzeya MÎTa Tirk a di bin êrişên li ser gelê Kurd jî baştir derket holê.













