Balafirên şer ên dewleta Tirk li bajaroka Dînarte ya ser bi Akrê ve bombebaran kirin. Di encama êrişê de 2 welatiyên ku hevjînên hev in jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên şer ên dewleta Tirk li bajaroka Dînarte ya ser bi Akrê ve bombebaran kirin. Di encama êrişê de 2 welatiyên ku hevjînên hev in jiyana xwe ji dest dan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ev hefteyeke artêşa Tirk bi berdewamî li ser sinorê bajarê Dihokê bombebaran û topbaran dike. Di encama van êrişan de çend welatiyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûn e.