• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

    Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

    Ayşe Gokkan: Divê hemû saziyên sivîl ji bo aştiya civakî bibin seferber

    ‘Em tu carî stêrkên welat ji bîr nakin’

    ROJEVA 31ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 6ê MIJDARA 2025an

    Ji Şaredariya Rêya Armûşê Şeva Helbestên Kurdî

    Ji Şaredariya Rêya Armûşê Şeva Helbestên Kurdî

    Civîna komîsyonê ya vê hefteyê hat taloqkirin

    Civîna komîsyonê ya vê hefteyê hat taloqkirin

    Li Bismilê bi girseyî serdana şîna Rûbar Kanî hate kirin

    Li Bismilê bi girseyî serdana şîna Rûbar Kanî hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Di êrîşa balafirên şer de karkerek mir

Navenda Nûçeyan /AW

8 ÇILE 2025 - 20:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Balafireke şer ên bêmirov ên Tirkiyeyê danê êvarê kargeha tamîrkirina erebeyan a li bajarê Sirînê bombebaran kir. Di êrîşê de karkerek hat kuştin û 5 karker jî birîndar bûn. Di êrîşa li dijî karwana Tişrînê de jî kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn. Karwanê diyar kir ku li ber bendavê çalakiya nobetê didin destpêkirin. 

Li gorî agahiyên çavkaniyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) balafireke bêmirov ê dewleta Tirk li bajarê Sirînê yê kantona Firatê kargeha tamîrkirina erebeyan bombebaran kir. Di êrîşa hewayî de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 5 karkerên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyê diyar kir ku navê karkerê ku jiyana xwe ji dest daye Xidir Mustefa Ebdo ye.

Tirkiyeyê êrîşî karwana sivîlan kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Şêniyên bajarê Hesekê li ser bangewaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi karwaneke mezin çûn bendava Tişrînê. Dema karwan bi maşîneyan diçûn Tişrînê balafirên şer ên bêmirov êrîşî karwana sivîlan kir. Di êrîşa hewayî de kesek sivîl jiyana xwe ji dest da. Dîsa di êrîşê de 2 jin û 2 xebatkarên çapemeniyê bi giştî 6 kes birîndar bûn. Li gorî daneyên SOHRê balafirên bêmirov êrîşî maşîneya sivîlan kiriye û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê dîsa girseyê berê xwe da bendava Tişrînê û meşiyan. Li Bendava Tişrînê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî pêkhateyên li herêmê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo parastina bendavê wan çalakiya nobedariyê daye destpêkirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku dozên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareser bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bi dawî bikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên ku ji mehekê ve li dijî herêmê didomin, bi taybet êrişên li dijî Bendava Tişrînê, jiyana bi hezaran welatiyan dixe xeteriyeke mezin. Her wiha hat gotin ew van sûcan qebûl nakin û ji bo parastina Bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê didin destpêkirin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

6 MIJDAR 2025
Ayşe Gokkan: Divê hemû saziyên sivîl ji bo aştiya civakî bibin seferber

‘Em tu carî stêrkên welat ji bîr nakin’

6 MIJDAR 2025
Li Dêrsimê reng û bedewiya payîzê

Li Dêrsimê reng û bedewiya payîzê

6 MIJDAR 2025
ROJEVA 31ê COTMEHA 2025an

ROJEVA 6ê MIJDARA 2025an

6 MIJDAR 2025
Ji Şaredariya Rêya Armûşê Şeva Helbestên Kurdî

Ji Şaredariya Rêya Armûşê Şeva Helbestên Kurdî

5 MIJDAR 2025
Civîna komîsyonê ya vê hefteyê hat taloqkirin

Civîna komîsyonê ya vê hefteyê hat taloqkirin

5 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (86)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne