Bi dronan êrişî baregeheke Hizba Sazmanî Xebat a li sînorê Berdereşê hate kirin û di encamê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û hejmarek pêşmerger jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku bi dest ajansa me ketine, îro di saetên êvarê de bi dronan êrişê baregeheke Hizba Sazmanî Xebat a Kurdistanê a li sînorê Berdereşê hate kirin.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine bidest ketin, di encama êrişê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û hejmarek pêşmerge jî heta niha hejmara wan bi zelalî nayê zanîn birîndar bûne.
Navên pêşmergeyên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dane Îqbal Salçûr û Fexredîn Mûradî ne.













