Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê Tacedîn Salihyan destnîşan kir ku di encama êrişa Amerîka-Îsraîl ya li bajarê Eywan ya ser parêzgeha Îlamê de ji malbatek Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Vê sibehê li bajarê Eywan yê ser bi parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişek hewayî ya Amerîka-Îsraîlê de ji malbatekî Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyan nûçeya Rojnewsê cenazeyên welatiyan yên di bin kavilên xanî de mane hêj nehatine derxistin û xebatên ji bo derxistina cenazeyan berdewam dikin.
Têkildarî êrişê Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê Tacedîn Salihyan daxuyand ku vê sibehê ji ber êrişa Îsraîl-Amerîka ya li ser deverek niştecihbûnê ya li bajarê Eywanê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tacedîn Salihyan da zanîn ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokek 6 mehî jî heye û bi bîr xist ku cenaze hêj di bin kavilan de ne.













