Dewleta Tirk, gundê El Cemas ê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir, di encama topbaranê de di nav de 2 zarok jî hene 3 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHAyê; dewleta Tirk bi çekên giran gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran kir. Hat ragihandin di encama topbaranê de di nav de 2 zarok jî hene 3 kes birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne: Erîc Xalid El Hisên (20), Asya Hemed El Hisên ê 12 salî û Ebdurehman Îsmaîl El Hisên ê yek salî
Hat zanîn ku birîndaran rakirine Nexweşxaneya Omer Eloş.