Di rojên dawî de êrîşên Tirkiyeyê yên bi SÎHAyan zêde bûye. Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 endamên kombûnê hatine kuştin.
Kombûna Jinan a Zenubiya diyar kir ku di encama êrişên artêşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser kantona Minbicê de, 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya jiyana xwe ji dest dane. Kombûna jinan wiha got: “Di êrîşa balafirên Tirkiye û çeteyên girêdawî wê de Endamên Kombûnê Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman şehîd bûn. Her sê hevrêyan nimûneya fedakariyê bûn û li hember mirinê bi lehengî û îsrar sekinîn. Şehadeta van hevrêyan dê bibe destpêkeke nû ya wefadarî, bidestxistina azadî û serxwebûnê. Qemer, Ayşe û Îman li dijî hêzên tarî û dijmin şerekî tund raber kirin û di oxira parastina Minbicê de fedakariyên mezin da.
Kombûnê bang li civata navneteweyî kirin ku bi lez û bez êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê bi dawî bikin û sivîlan ji sûcên şer biparêzin.