Rêveberê Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan Diyarî Mihemed, bi wesîleyê 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyanî da. Diyarî Mihemed anî ziman ku li Herêma Kurdistanê di girtîgehan de rojnamevan hene.
Rêveberê Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan Diyarî Mihemed bi wesîleya 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê li otêla Ramad ya Silêmaniyê, daxuyanî da çapemeniyê. Diyarî Mihemed, bal kişand ser azadiya rojnamevaniyê ya li Herêma Kurdistanê û got; “Metirsî heye ku gelek rojnamevan karê xwe ji dest bidin, tevî vê jî li li Herêma Kurdistanê bi rêya hişê çêkirî nûçeyên ne rast ji bo temaşevanan tê belavkirin. Niha jî rojnamevan di girtîgehên Herêma Kurdistanê de hene, li gorî yasayê jî danûstandin bi kesayetên azad re nayê kirin. Me xwestiye weke dadgeha Silêmaniyê, beşek cûda ji bo dozên rojnamevanan were vekirin da ku li gorî yasaya rojnamevaniyê werin darizandin.”
Derbarê weşanên li ser kuştinan de jî Diyarî Mihemed got; “Qedexekirina weşandina nûçeyên sûcên kuştinê ya ji aliyê Dozgeriya Giştî ve ne çareseriye, divê bi rêya astek bilind ya hişyarkirina rojnamevan û medyayê were çareserkirin. Em ê li ser weşandina nûçeyên kuştinê semîneran bidin.”