Piştî serdana DEM Partiyê, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel diyar kir ku li her derê ku vîna hilbijêran nayê naskirin, ew “îstifakirina parlamenteran” difikirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullarıjî destnîşan kir ku divê qanûnên di çarçoveya pêvajoyê de werin derxistin, di çarçoveya herî berfireh de bin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan ligel Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Ozel diyar kir ku sedema hevdîtina wan geşedanên di polîtîkayên hundir û derve de ne. Ozel anî ziman ku bi destê darazê mudaxileyî CHPê tê kirin û ev mijar jî hatiye rojevê û got: “Me li ser bandorên aborî û siyasî yên şerê Îranê li ser Tirkiyeyê û şert û mercên aborî yên ku welatî tê de ne, dirêj dirêj axivî. Divê Tirkiye di demeke kin û dirêj de tedbîran bigire.” Ozel bal kişand ser şerê li Îranê û diyar kir ku tiştên di borî de qewimîne, wekî “xizanî, bêkarî û buhabûna jiyanê” li welatiyan vegeriyaye.
‘Şer dê zamên nû bi xwe re bîne’
Ozel got, “Di şer de kesê serkeftî nabe, windaker jin û zarok in. Di serî de komên herî nazik, xizan in.” Ozel bal kişand ser zama ji sedî 25 a li ser elektrîkê û wiha got: “Piştî vê yekê dibe ku li ser her tiştî zam were û pêleke nû ya enflasyonê pêk were. Hikûmet di vê krîzê de bê amadekarî hat girtin.”
Bi Numan Kurtulmuş re civînek taybet
Ozel bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xalên 6 û 7an ên raporê bi bîr xist. Ozel rewşa parlamenterê girtî Can Atalay bi bîr xist û got ku divê di vê mijarê de gav werin avêtin. Ozel parve kir ku ew plan dike di rojên pêş de bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re bicive û got: “Ez ê hem van xalan hem jî gavên ku divê werin avêtin bi wî re nîqaş bikim.”
‘Sandoq dê were ber vî gelî’
Ozel diyar kir ku CHP di bin êrîşeke giran de ye û wiha axivî: “Di 31ê Adarê de em bi lingekî nû yê darbeyê, bi lingê Bursayê re rû bi rû man. Operasyon li dijî Şaredarê me yê Bursayê yê ku li hemberî gefên ‘Tevlî AKPê bibe’ li ber xwe dabû, hat kirin. Ji ber bûyereke ku têkiliya wê bi şaredariyê re tune ye hat girtin. Hûn rêzê li vîna gel nagirin. Sandoq dê were ber vî gelî, em ê ji bo hatina wê çi pêwîst be bikin.”
Ozel têkildarî daxwaza hilbijartina navber (ara seçim) jî got: “Şert û mercên hilbijartina navber guncav in. 8 kursiyên vala hene. Heke li herêma ku vîna hilbijêran lê hatiye xespkirin sandoq were danîn, bila gel gotina xwe bêje. Heke 22 parlamenter îstifa nekin hilbijartin nabe neyê gotin, dê hilbijartin bibe. Anayasa wiha dibêje.”
Hatîmogullari: Şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînim
Tulay Hatimogullarıjî Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin bi bîr xist û got: “Musa Anter, Metin Goktepe, Gurbetelli Ersoz, Hrant Dink û hemû rojnamegerên hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim.”
‘Şer qeyranê kurtir kiriye’
Hatîmogullarî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qeyraneke aborî ya pir kur heye û got, “Îro li vê welatî mirov ji birçîna û xizaniyê dimirin. Şer jî ev qeyran hîn kurtir kiriye.” Hatîmogullari bal kişand ser berfirehbûna şer li herêmê û bang kir ku Tirkiye ji bo rawestandina şer bikeve tevgerê.
‘Divê Îmamoglu serbest were berdan’
Hatîmogullari wiha berdewam kir: “Dema cîhan bi şer û xizaniyê re têdikoşe, îktîdar li Tirkiyeyê bi lawazkirina mûxalefetê re mijûl dibe. Divê hemû şaredarên hatine hilbijartin, di serî de Ekrem Îmamoglu, serbest werin berdan. Kayyim divê werin rakirin. Girtina Can Atalay sûcekî destûrî ye.”
‘Divê yasaya çarçove bi lez amade bibe’
Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibatê de bi banga Birêz Ocalan dest pê kir, Hatîmogullari got: “Me nirxand ku heta îro çi gav hatine avêtin û li ku derê kêmasî hene. Divê pakêtên qanûnî û yasaya çarçove bi lez werin amadekirin. Ev pêvajo ne tenê di navbera AKP û DEM Partiyê de ye, pêvajoya 86 mîlyonî ye. Ez spasiya CHPê, bi taybetî Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglu dikim ku ji destpêkê ve bi samîmiyet piştgirî dan vê pêvajoyê.”
Hatimogulları derbarê yasaya çarçove de got: “Em giringiyê didin ku yasaya çarçove pir berfireh û encamgir be. Divê mirov neyên kategorîzekirin. Ji bo ku pêvajo bi lez bimeşe, divê yasa di çarçoveya herî berfireh de be.”













