Di keştiyeke tanker a Tirk birêve dibin de teqîn çêbû. Wezîrê Veguheztin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglû da zanîn ku keştî bi zanebûn hatiye hedefgirtin.
Di keştiyê bi navê ALTURA ya ku ala Sierre Leonê li ser e û ji hêla şîrketên Tirk ve tê birêvebirin teqîn çêbû. Teqîn li daîraya makîneyê pêk hat. Hat diyarkirin ku keştî ji daîraya makîneyê avê digire. Di keştiya teqîn lê çêbûye de 27 personel hene. Piştî teqînê keştî banga lezgîn kir. Keştiya bi navê Nene Hatûn a Tirkiyeyê ji mudaxileya lezgîn ber bi keştiyê ve çû.
‘Ji bo kar neke êriş kirin’
Wezîrê Veguheztin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglû piştî bûyerê daxuyanî da û ev tişt gotin: “Em difikirin ku daîraya makîneyê bi zenebûn hatiye hedefgirtin. Em difikirin ku êriş bi balefira biçek û bêmirov hatiye pêkanîn. Em difikirin ku êriş ji bo keştî nikaribe kar bike hatiye pêkanin. Dibe ku êriş têkildarî şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê pêk hatiye. Dibe ku ala biyanî li ser keştiyê hebe lê belê ji hêla Tirkan ve tê birêvebirin.
e olayın potansiyel olarak Rusya-Ukrayna bağlantılı bir saldırı olabileceğini ifade etti. Uraloğlu, geminin yabancı bayraklı olduğunu ancak Türk işletenli olduğunu da vurguladı.







