Li paytexta Îtalya Romayê Konferansa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya navneteweyî” di rojan 2yan de dewam kir. Di axaftinên îro de, girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş.
Konfederasyona herî mezin a karkeran a li Îtalyayê (CGIL) malûvanî ji konferansê re kir. Konferans bi sernava “Tecrîda Îmraliyê ya 26 salan” û bi moderatoriya parêzer Ceren Uysal û Ogmundur Jonasson dom kir. Di panelê de destpêkê parêzer Rengîn Ergul mafê axaftinê girt û têkildarî mafê hêviyê axivî. Rengîn Ergul destnîşan kir ku tiştên îro diqewimin, xwedî paşperdeya dîrokê ne û tiştên li Îmraliyê diqewimin, nêzîkatiya dewleta Tirk a li dijî pirsgirêka Kurd nîşan dide û wiha got; “Rewş hiqûqa cezayê ya dijmin derbas kiriye. Ev rejîma îstisna li tevahî Tirkiyeyê belav bûye û li Stenbolê me mînakek vê yekê dît. Dema em vê rejîma îstisna ya li Tirkiyeyê diaxivin, divê em paş perdeya dîrokê jî binirxînin.”
‘Divê mafê hêvîyê nekin mijara bazarê’
Prz. Rengîn Ergul bal kişand ser şêwazê avabûna rejîma heyî û îşaret bi pêvajoya dîlgirtin û darizandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Hem pêvajoya darizandinê û hem jî cezayê heta heta yê li Rêber Apo hatî birîn, divê bê rastkirin. DMMEyê di sala 2014an de bi biryara têkildarî cezayê hepsê yê muebedê dayî, hikûm kir ku ev yek êşkence û muameleya xirab e. Biryar da ku ji bo girtiyekê, mafê hêviyê heye. Dewleta Tirk biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a têkildarî mafê hêviyê, pêk neanî. Divê biryara DMMEyê were pêkanîn. Eger Tirkiye pêvajoyeke aştiyê bi rêve bibe, Tirkiye divê têkildarî vê yekê gav bavêje.” Rengîl Ergul destnîşan kir ku divê mafên bingehîn ên Rêber Apo nebin mijara bazarê.
‘Çalakiyan bandor li ser hevdîtinan kir’
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê parêzer Faîk Ozgur Erol ku di şandeya dawî ya Îmraliyê de cih girtibû, bi bîr xist ku di mehên dawî de 2 hevdîtin bi malbatê re û 3 jî bi şandeyê re çêbûn û got, di çarçoveya pêngava azadiyê de çalakiyên hatine kirin, bandoreke mezin ji bo pêkanîna van hevdîtinan kir. Erol anî ziman ku çalakiyên di çarçoveya pêngavê de hatine kirin, li Girava Îmraliyê tên axaftin û silavên Rêber Apo gihand her kesê.
‘Abdullah Ocalan armanc dike ku statuya Skyes Pîcotê ji holê rake’
Faîk Ozgur Erol banga Rêber Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê bi bîr xist û ev tişt bilêv kir: “Di vê bangê de analîzeke dîrokî û sosyolojîk a nû pêk anî. Analîza herêmî û gerdûnî kir. Li ser rewşa li Rojhilata Navîn, lêhêrbûneke cidî heye. Bi taybetî di nirxandina têkildarî Sûriyeyê de, difikire ku statuya li Rojhilata Navîn ji holê rabûye. Dibêje ku statuya Sykes-Pîcot ji holê rabûye. Guhertina vê statuyê, wê di pêvajoya pêş me de, bandorên erênî bike û niha em van dijîn û em ê bijîn.
Sosyalîzma civakparêz û azadiya jinê
Ez wisa difikirim ku Abdullah Ocalan di van hevdîtinan de paradîgmaya xwe li ser stûnên sosyalîzma komunal, demokrasî û azadiya jinê daniye. Di mijara bêyî yek ji van, yên din wê pêk neyê de serî wî pir zelal e. Hûn dixwazin sîstemeke çawa ava dikin bikin, ew difikire ku di vê sîstemê de divê demokrasî hebe. Bi taybetî analîza dewletparêz a civakparêzî û sosyalîzmê bi pirsgirêk dibîne. Heta dibêje, ‘Helwesta min a li hemberî dewletparêziyê, pêwîstiya nasnameya min a sosyalîst e.’ Me jî dît ku derbarê dewletê de pênaseyên nû dike. Nêrîna wî heye ku dewlet piştî civakê saziya herî girîng e. Di wê baweriyê de ye ku dewlet kurteya civakê ye û dewlet ji karakterê civakan bandor bûye. DI wê baweriyê de ye ku sîstemên ku nebin civakî wê bi ser nekevin.”
Panela 3yemîn bi sernavê “Bandora Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan Li Ser Herêmî û Kurevî” hate lidarxistin. Moderatoriya panelê ji aliyê Şaredarê 8emîn ê Romayê Amadeo Ciaccheri û ji Komîteya Pêngavê ya Spanyayê Consuelo Nunez ve hat kirin. Endama Şandeya Îmraliyê û parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di panelê de axivî. Pervîn Buldan silavên Abdullah Ocalan ji kesên ku keda wan di pêngavê de heye, kir. Pervîn Buldan diyar kir ku dema ew biçin Îmraliyê wê konferansê ji Rêber Apo re ragihînin û got, “Hevdîtinên Îmraliyê piştî 10 sal şûnde dîsa dest pê kirin û me firsend dît ku em careke din bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Weke şandeya siyasî me 3 hevdîtin pêk anîn.”
Pervîn Buldan der barê hevdîtina yekemîn de ev agahî da: “Birêz Ocalan got ku 50 sal bi serhildanê re derbas bû. Da zanîn ku înkarkirina ziman û nasnameyê me neçarî têkoşîna çekdarî kir. Got ku ev 25 sal in li ser aştiyê hûr dibe. Ji bo aştî û demokrasiyê divê têkoşîneke nû bê meşandin. Anî ziman ku ji bo aştî û demokrasiyê hewceyî bi têkoşîneke nû heye. Dema behsa vê yekê kir li ser tevgerîna hevpar a gelê Kurd û Tirk rawestiya. Behsa nêzîkatiya Ataturk a li hemberî Kurdan û bê çawa Îsmet Înonu li cem xwe hişt, kir. Got ku rewşa niha yekîtiya Ataturk û Îsmet Înonî fêm nake û bi vî awayî li meseleyê dinêre. Ji bo tifaqa Tirk-Kurdan pêk were, hewceye her kes paşerojê careke din di ber çavan de derbas bike. Got ku biryara xwe ji bo vê yekê daye û di wê baweriyê de ye ku bilî aştiyê û dawî li çekan bîne ti çareseriyek din nîne. Ji bo vê jî birêz Ocalan pêvajoya aştiyê ya berê nirxand. Got ku her çendi civak jı wğ pğvajoyğ re amade bû jî, siyaset ji wê re ne amade bû. Ji ber ku wê demê eniya nîjadperest li dijî vê pêvajoyê bû. Lê bi derketina Devlet Bahçelî yê ku lîderê eniya nîjadpereset e, pêvajoyek nû destpê kir. Helbet gotina Devlet Bahçelî ne bangeke ku wî bi serê xwe kiribû. Ev îfadeya biryara dewleta kûr e.”
Pervîn Buldan destnîşan kir ku Rêber Apo di hevdîtina yekem de ji wan re gotiye ku amadekariyên xwe kiriye û wiha berdewam kir: “Amadekariya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk “ dikir û erk da me. Di hevdît de bal kişand ser girîngiya parlamentoyê û ji me xwest ku em serdana hemû partiyên siyasî bikin. Piştî civîna yekem me serdana gelek partiyan kir. Hevdîtinên ku me pêk anîn gelek erênî bûn. Di hevdîtinan de her kesî gotin ku ew ê tevkariya pêvajoyê bikin. Di hevdîtina duyem de dema me ji Ocalan re got ku wê hemû kes tevkariya pêvajoyê bikin, pir kêfxweş bû. Piştre ji bo em bi hêzên Kurd ên Başûrê Kurdistanê re hevdîtina bikin me erkdar kir. Hevdîtinên ku me bi YNK û PDK’ê re kirin erênî derbas bûn. Piştre em bi şandeyeke berfireh di 27’ê Sibatê de çûn giravê û ew banga dîrokî hat kirin.”
Pervîn Buldan bi bîr xist ku piştî bangawaziyê hîn jî bi Rêber Apo re hevdîtin nekirine û wiha pêde çû: “2 roj beriya niha me bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Birêz Ocalan jî ji me xwestibû ku em hevdîtinê bikin. Di hişê her kesî de pirsa çima Erdogan dûrî vê pirsgirêkê dimîne hebû. Bi vê hevdîtinaku me kir re êdî di serî de serokomar û hemû aliyên siyasî navenda vê xebatê ne. Di wê hevdîtinê de me bi kurtasî agahiyên hemû hevdîtinan da. Bi vê re me behsa bendewariyên xwe jî kirin. Di hevdîtinê de me behsa amadekariya qanûnî, gavên bên avêtin û hwd kir. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were û bi awayekî azad kar bike divê bi lez xebat bên destpêkirin.”
Pervîn Buldan da zanîn ku divê şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebatê yên Rêber Apo bên guhertin û got ku divê bi lez gavan bavêjin û li ser hewldanên hene ev tişt anî ziman: “Rêya aştiya ku birêz Ocalan daye destpêkirin bi avêtina gavên berbiçav pêkan e. Ji bo ev pêvajo bi aştiyê encam bibe, nabe ku bi serdema rêxistineke ku ev 50 sal in şer dike di li ber çekdanînê ye û xitimandinên bi vî rengî re val were derxistin. Helbet ev rewşeke ku nayê qebûlkirine. Divê bi lez qanûn bên derxistin û gurhetina şert û mercên birêz Ocalan wê bi fêde be. Piştî em ji vir biçin em ê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin û piştre em ê dîsa biçin Îmraliyê. Tê payîn ku ev pêvajo di nava çend mehan de bi encam bibe. Yanî tê payîn ku heta dawiya Hezîranê wê ev pêvajo bi temamî bi encam bibe. Ev rewş di aliyê birêz Ocalan de û rayedarên dewletê de jî wisa ye. Ji ber vê yekê ev xebatên ku bên kirin piştgiriya Ewropayê wê tevkariyeke mezin bide pêvajoyê. Her welatek di eniya xwe de tiştên ku bikin hene. Her hewldana ku were kirin wê rêya pêvajoya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan veke. Li Tirkiyeyê bingeheke ku gelê Kurd û Tirk bi hev re bijîn tê avakirin. Her kes dizane ku di aştiyê de ti kes winda nake.”
Pervîn Buldan anî ziman ku serketina pêvajoyê di destê her kesî de ye û got ku divê têkoşîn bê mezinkirin. Pervîn Buldan destnîşan kir ku hêviya herî mezin a Rêber Apo ji jin û ciwanan heye û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan li ser tundî, komkujî û qirkirinê nirxandinên berfireh kir. Li hemberî qetilkirina zarokan gelekî bi hêrs e. Qetilkirina Narîn Guran di her du hevdîtinan de jî hat rojevê. Got ku civaka demokratîk dikare pêşiya komkujiya jin û zarokan bigire. Di li hemberî hişmendiya komkujiya jin û zarokan têkoşîn bê meşandin. Bi civaka demokratîk re dikarin pêşiay vê yekê were girtin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk kurteya vê yekê ye. Bi kurtasî em hemû bi hûvî ne û em hemû nêzî aştiyê ne. Ji ber ku birêz Ocalan dibêje ‘Ez xwedî hêz û îradeya ku aştiyê pêk bînim’. Em jî bi birêz Ocalan re ne.”
Îdrîs Balûken: Berê jî pêşî bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin
Piştre endamê Heyata Îmraliyê ya dema berê Îdrîs Baluken wiha got: “Wê demê desthilatdariya heyî maseyê hilweşand û derfeta dîrokî ji dest çû. Di pêvajoya ku komkujî û şer giran bû de ew pêvajo destpê kir. Wekî îro wê demê jî beriya ku hevdîtinên fermî werin destpêkirin, pêşî hevdîtin bi Birêz Ocalan re hatin kirin. Eger ku were bîra we wê demê piştî ku Erdogan pêvajoyê qebûl kir, heyeta me li Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan nêrînên xwe yên derbarê pêvajoyê de ji partiya me û raya giştî re şand. Piştre di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê sê siyasetmedarên jin ên Kurd hatin qetilkirin. Birêz Ocalan wê rojê wiha gotibû, “Ha Sakîneyan qetil kirine, ha jî li vê derê min kuştine.’ Dîsa li ser vê komkujiyê pêvajoya Komkujiya Dersimê analîz kiribû. Lê tevî vê jî gotibû ku ew ê pêvajoya demokratîk bidomîne. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan û gelê Kurd di pêvajoyên herî wêranker ên şerî de jî daxwazên xwe yên ji bo aşitiyê û jidilbûna xwe her tim nîşan dan.
Em wekî heyet wê demê derbarê gavên ku divê werin avêtin de gelek caran raya giştî agahdar kir. Lê mixabin nêzîkatiya hikûmetê ku wekî îro rewşeke ne diyar diafirîne, hebû. Tevî van hemûyan jî komîsyonên mirovên aqîl hatin avakirin. Ev heyet li çar aliyê Tirkiyeyê xebatê meşandin.”
Îdrîs Balûken bûyerên di wê demê de bi kurtasî anî ser ziman. Balûken bi bîr xist ji ber ku gavên pêwîst ji aliyê hikûmetê ve nehat avêtin pêvajo bi dawî bû.
Îdrîs Balûken ku nirxandinên têkildarî pêvajoya heyî kir, rexne li helwesta hikûmetê ya li hemberî pêvajoyê kir û wiha got: “Tevî hemû kêmaniyan jî Birêz Ocalan helwesta felsefeya siyasî ku heta vê rojê raber kir, careke din ji bo ku li hemû mirovahiyê bide qezenckirin, pêşkêşî gelên cîhanê dike.” Balûken gotina Rêber Apo ya “Yên ku şerkirinê dizanin, divê aşitiyê jî bizanin” bi bîr xist.
Balûken diyar kir ku Rêber Apo di posîzyona lîderê zanist û aşitiyê de ye û wiha got: “Azadiya Nelson Mandela ne azadiya wî ya kesî bû. Azadiya wî azadiya mirovên reşik bû ku bi sedsalan hatin wêderkirin û kolekirin. Azadiya Mandelayê re rê li ber azadiya hemû mirovên reşik vekir ku rastî cihêkariyê hatin. Ji ber vê yekê azadiya Birêz Ocalan girêdayî azadiya gelê Kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Lê ji vê wêdetir divê xwedîderketina nirxên azadiyê ya hemû mirovahiyê ye.”
Piştre Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tên jiyîn bi bîr xist û diyar kir ku mozaîka Rojhilava Navîn ji aliyê Rêber Apo ve wekî dewlemendiyê tê dîtin.
Piştre Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yusif axivî. Foza Yusif îşaret bi pêvajoya pêşketina Şoreşa Rojava kir û wiha got: “Dema ku krîza Sûriyeyê derket holê, gelek kêmanî çêbûn. Me nizanîbû ku em ê ji ku derê destpê bikin û çawa dewam bikin. Me biryar da ku em ji xwe destpê bikin. Me bi pergala hêzên dagirker re şêwe girtibû. Wekî Rêber Apo dibêje, me pêşî xwest guhertinê di xwe de çêbikin.”
‘Şorexa rojava guhertina hiş ava kir’
Foza Yusif bi bîr xist ku niha li Rojava bi sedan akademî hene û wiha got: “Me bi van akademiyan re xwest bandorên dagirkeran ji holê rakin. Me pêşî xwest aqil û hizra xwe azad bikin. Ji bo ku şoreşeke civakî pêk were divê ewil fikr azad bibin. Me di van akademiyan de hewl da guhertina zihniyetê çêbikin. Pergala Rojava bi vî rengî hat avakirin.”
Konferans wê piştî nîvro dewam bike.