Serdozgeriya Stenbolê derbarê HDKê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di çaroveya lêpirsînê de 15 kes hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di 18ê sibatê de li 10 bajaran bi ser malan de girtibûn û 51 kes binçav kiribûn. Ji kesên hatibûn binçavkirin rojnameger, hunermend, siyasetmedar û sendîkavan jî hebûn.
Karûbarên îfadegirtinê yên binçavkiriyan ên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di saetên serê sibehê de bi dawî bû. Polîsan piştî lêpirsînê dozgeriyê 51 kes sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin. Dozgeriyê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” ji 51 kesan 16 jê bi şertê kontrola edlî serbest berdan û 35 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê kir.
Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji bo 15 kesan biryara girtinê da.
Navên kesên hatine girtin wiha ye: “Atilla Ozdogan, Ece Yilmaz Karabacak, Ozlem Feza Sezer, Yakup Kadri Karabacak, Aynur Cengiz, Ayşe Bengi Çelik, Dilek Posl, Erkin Barın Goyluler, Kardelen Taş, Melek Kızılocak, Şengul Erdogan, Ayşe Panuş, Rojnameger Elif Akgul, İlknur Melengeç, Mehmet Saltoglu.”