Di maça Amedspor û Adana Demirsporê de alîgirên Amedsporê flamaya “Jin jiyan azadî” vekirin. Polîsan mudaxileyî flamayê kir.
Amedspor û Adana Demîrspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedsporê hatin hemberî hev. Alîgirên Amedsporê li trîbuna rojava a stadê flamaya “Jin jiyan azadî” vekir. Polîsan mudaxileyî flamayê kir. Di navbera alîgiran û polîsan de rakêşî qewimî. Polîsan flamayê desteser kir û birin.
Ev desteserkirina flamayê bû sedema nerazîbûna alîgiran û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.













