Însiyatîfa ji bo Roboskiyê Edalet di meha 170yan de xwestin faîlên Roboskiyê bên cezakirin û ji bo Roboskiyê daxwaza edaletê kir.
Însiyatîfa ji bo Roboskiyê Edalet, di meha 170an a komkujiya Roboskî de ku 34 welatiyên sivîl li gundê Roboskî ya navçeya Qileban a Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin, daxuyanî da. Daxuyaniya li Cadeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê hat dayîn. Endam û nûnerên însiyatîfe, partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên cezakirin û komkujiyên weke Roboskî tu car pêk neyên” hat vêkirin.
‘Roboskî şerma vê erdnîgariyê ye’
Avakarê însiyatîfê û rêveberê ÎHDê Tanju Gunduzalp metna daxuyaniyê xwend. Tanju Gunduzalp diyar kir ku li ser komkujiya Roboskiyê were rojnîkirin û wiha got: “Ji komkujiya Roboskiyê heya niha 170 meh derbas bûn. Tevî 15 sal ji ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn ku dewletê bi bombeyan 34 welatiyên sivîl qetil kir, edalet pêk nehat. Piştî komkujiyê destûr nehatibû dayin tîma tenduristiyê derbasî cihê komkujiyê bibe û welatiyên birîndar xelas bike. Ji ber vê yekê welatiyên birîndar jî hişti ku ji sermayê bimirin. Di pêvajoya darêze û lêpirsînê de kujer nehatin cezakirin. Daxwaza me ew ê ku kujer werin cezakirin, û edalet pêk were. Roboskî şerma vê erdnîgariyê ye. Heta edalet pêk were têkoşîna me dê bidome.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Roboskî ji bîr nêke û nede jibîrkirin” bi dawî bû.









