• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Îtîrazê girewtişê muxabirê ma Nedîm Oruçî ame redkerdene

    Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Îtîrazê girewtişê muxabirê ma Nedîm Oruçî ame redkerdene

    Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Di nava şer de lêgerîna çareseriyê’

Navenda Nûçeyan /AW

6 SIBAT 2025 - 10:53
Kategorî: ROJANE
A A

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Ramazan Olçen, di nivîsa vê hefteyê de bi sernavê “Di nava şer de lêgerîna çareseriyê” bal kişand ser rol û rista têkoşîn û xebata kurdan.

Nivîskarê Xwebûnê Ramazan Olçen bi sernavê “Di nava şer de lêgerîna çareseriyê” cih da polîtîkayên şer û li dijî van polîtîkayan têkoşîna kurdan. Ramazan Olçen anî ziman ku pirsa kurd ne tenê li Rojhilata Navîn li cîhanê yek ji pirsgirêkên herî bingehîn a etno-polîtîk e û wiha got: “Ji gelek aliyan ve bûye hişkegirêk. Welatê kurdan; Kurdistan di nava çar netewe-dewletan de bi bêbextiyeke mezin hatiye dabeşkirin.”

Ramazan Olçen, anî ziman ku pirsa kurd ne tenê li Rojhilata Navîn li cîhanê yek ji pirsgirêkên herî bingehîn a etno-polîtîk e û wiha nivîsî: “Ji gelek aliyan ve bûye hişkegirêk. Welatê kurdan; Kurdistan di nava çar netewe-dewletan de bi bêbextiyeke mezin hatiye dabeşkirin. Xwestine navê kurd û Kurdistanê ji dîrokê paqij bikin. Îro roj bi saya têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ev pirs bi hemû dijwariya xwe di rojevê de ye. Tevî ku di ser vê dabeşkirinê re 101 sal derbas bûne jî tu hêz nekariye gelê kurd ji holê rake, biqedîne, kok lê biqelîne.”

Ramazan Olçen, da zanîn ku îro roj hêviyeke ji bo çareseriyê derketiye holê û wiha cih da nivîsê: “Ev hêvî jî dîsa bi saya ked û xebata Rêber Apo û gelê kurd ê ku bi Rêber û Tevgera xwe re dilsoz e, derketiye holê. Ew peymanên ku çarenûsa vî gelê qedîm ê li Mezopotamyayê xwestin tarî bikin, yek bi yek diherifin, diçin sergoyê dîrokê. Hêsan nebû. Pir êş û azar hatin kişandin. Hîn jî serdest û dagirker me diêşînin. Hîn jî bi ser serê zarok û ciwanên me de bombe dibarînîn. Hîn jî dixwazin me qir bikin. Avadaniya dewlet û pergala wan giş li ser nemana me hatiye avakirin. Heta îro weke însan li me mêze nekirine. Di çavê wan de em tim weke wan ‘barbarên’ di pirtûka J. M. Coetzee de ne. Ew serdest in û em ne însan in jî. Em ne kêzik û biok bûn jî ji bo wan. Lê dewran siya darê ye. Dewr guherî. Rêber Apo bi fehm û feraseta xwe, bi tevgera xwe gelekî nû çêkir. Paradîgmayake din danî pêşiya mirovahiyê. Civakên ku serdest dixwestin tim şûrkêşên hev û dijminên hev bin, bi hev re kedî kir. Nîşan da ku jiyaneke din mimkûn e.”

Ramazan Olçen, li ser çareseriyê jî wiha got: “Çarseriya pirsa kurd wê li Rojhilata Navîn deriyeke nû ji xelkên vê hewzayê re veke. Çareseriya pirseke bi vî rengî wê bandora xwe ji bo çareseriya pirsên etno-polîtîk bibe tecrûbeyeke nû. Çawa ku em ji tecrûbeyên beriya xwe sûd û feydeyê dibînin, ji bi çareseriya vê pirsê gelek cibak û netewe û komên etnîk-polîtîk jî sûdê bigirin. Ji ber hindê em bûne hêvî ji bo bindestan. Ev çareserî bi azwerî û keda Rêber Apo ku pêş keve wê bibe tecrûbeyeke nû ya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Neteweya Demokratîk jî. Te dî rêgezeke zêrîn a civakî heye, dibêje; rizgariya bi tenê tine. Heqeten bi taybetî jî di rewşa kurd û Kurdistanê de rizgariyeke bi tenê tine. Lê gelo em ê di nav ewqas êrişên dijwar û şerê ku ji bo qirkirina met ê meşandin çareseriyê çawa pêk bînin? Evê pirsê divê em ji xwe bikin. Serê xwe bi bersiva wê biêşînin. Bi hev re nîqaşan bikin. Em bikevin sûretê meselê. Em nehêlin xêrnexwaz bi boyaxa xwe ya reş tabloya me ya Newrozê reşetarî bikin. Em dîsa ji xwe bipirsin; gelo di şert û mercên şer de hêviya çareseriyê çawa dikare bê mezinkirin?”

Ramazan Olçen, bal kişand ser girîgî û wateya têkoşîne û wiha bi dawî kir: ” Ji bo em bikaribin di vê sedsalê de bi rûmet û nasnameya xwe, bi çand û hunera xwe hebin, divê em hemû di nava vê pêvajoyê de weke moriyan bixebitin. Ji qeweta xwe zêdetir em bixebitin. Deriyên diyalogê em bidin vekirin, deriyê Îmraliyê em bidin vekirin. Pêşiya siyaseta demokratîl em vekin. Divê em li cîhanê dostên xwe zêde bikin. Sazî û rêxistinên civaka demokratîk divê em xurt bikin. Bi cesareteke mezin lazim e em bi pêşerojê re muhasebeyê bikin. Û gelek karên din ku em bikin hene. Rê çiqas dijwar dibe bila bibe dema ku tu li ser bîsîkletê bî, lazim e tu bi hostatî pedalê bizîvirîne. Ji ber ku dema tu pedalê nezîvirîne, wê bîsîklet biqelibe.”

Etîket: Ramazan OlçenXwebûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwebûn bi manşeta ‘Rêwîtî dê bi Azadiya Welat bidome’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Rêwîtî dê bi Azadiya Welat bidome’ derket

5 ÇILE 2026
Xwebûn bi manşeta ‘Sala Hêvî û Azadiyê’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Sala Hêvî û Azadiyê’ derket

29 KANÛN 2025
Xwebûnê îtîraz kir; carek din hesabê wê yê Instagramê hate vekirin

Xwebûnê îtîraz kir; carek din hesabê wê yê Instagramê hate vekirin

26 KANÛN 2025
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket

Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket

1 KANÛN 2025
Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket

24 MIJDAR 2025
Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket

10 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (278)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne