Navenda Nûçeyan – Komîsyona Plan û Butçeya Meclisa Tirkiyeyê, plan dike ku di 2026an de 2 qatî lêçûna Wezareta Tenduristiyê, butçeyê ji Wezareta Parastinê re veqetîne. Komîsyon plan dike ku ji bo Wezareta Parastinê 2 trilyon û 155 milyar tl û ji bo Wezareta Tenduristiyê jî trilyonek û 474 milyar û 947 milyon û 780 hezar lîre veqetîne.
Îsal li Tirkiyeyê piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê sibatê, ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê niqaş têne kirin. Dîsa ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve; dan û stendin têne kirin. Di vê pêvajoya ku çareserî û aştî tê niqaşkirin de Komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclisa Tirkiyeyê dîsa butçeya herî zêde dixwaze ji qada leşkerî û şer re veqetîne. Lê tê dîtin ku ji bo qatên tenduristî, perwerdehî, civakî kêmtir butçe tê veqetandin.
Hikûmeta Tirkiyeyê (AKP-MHP) her sal herî zêde butçeya Tirkiyeyê ji bo şer û leşkeriyê vediqetîne. Ji ber bêtir pere li şer û artêşê tê xerçkirin, qadên tenduristî, perwerdehî, civakî û çandiniyê ji xizmetê bêpar tên hiştin. Di plana butçeya 2026an de jî tê dîtin ku jibo şer butçe li gorî 2025an duqat hatiye veqetandin. Di rapor û plansatiyên ku Komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclisa Tirkiyeyê de, tê dîtin ku dewlet herî zêde butçeyê ji bo şer û artêşê vediqetîne.
Di 1990î de 330 milyar dolar li operasyonan qerç kirin
Li gorî daneyên fermî di salên 1990î de li Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo operasyonan 330 milyon dolar pere li leşkeran xerç kirin. Di navbera salên 1990 û 2001î de 1 milyar û 830 milyon dolar per li artêşê xerç kirin. Di serdema AKPê de ev lêçûn bêtir zêde bû.
Sal bi sal zêde kirin
Li Tirkiyeyê di sala 2000î de 9.993,7 milyar dolar pere li qada leşkeriyê hat xerçkirin. Di 2005an de 13,237 milyar dolar, di 2007an de 13,656 milyar dolar, di 2009an de 14,777 milyar dolar, di 2012an de 14, 939 milyar dolar, 2015an de 15,397 milyar dolar pere xerç kirin. Di navbera 2000-2016an de pereyê ji bo wezareta parastinê hat veqetandin bêtir zêde bû. Di 2017an de jî 18.189,8 milyar dolar pere li lêçûna leşkeriyê xerç kirin.
Di pêvajoya çareseriyê deji sedî 110 zêde kirin
Di navbera salên 2013-2015an de ku pêvajoya çareseriyê hatibû destpêkirin, ji sedî 110 lêçûn zêde bû. Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) lêçûna artêşê ya Tirkiyeyê di navbera salên 2015 û 2024an de ji sedî 110 zêde bû. Li gorî rapora SIPRI ya 2024an, di tevahiya sala 2024an de 25 milyar dolar li parastinê hat qerçkirin. Li gorî heman raporê Tirkiye di welatên cîhanê de ket rêza 17emîn.
Di sala 2025an de tevî çavkaniya Fonê Piştgiriya Sanayiya Parastinê (SSDF), 1 trilyon û 608 milyar tl pere hat veqetandin.
Çekan hildiberîne
Li gorî rapora SIPRI ya 2024an, Şîrketên Tirkiyeyê di navbera salên 2015-2019an de ji sedî 0,8 para xwe ji îxracata çekên şer girtin. Lê di navbera salên 2020-2024an de ji sedî 103 para îxraca çekan zêde bû û derket 1,7ê. Tirkiye di aliyê îxracata çekan de, di nava welatên cîhanê de 11emîn e. Di nava 100 şîrketên ku herî zêde çekan hildiberîne şîrketên ASELSAN, Baykar û TUSAŞ heye. Hatina van 3 şîrketan ji sedî 24 zêde bû û 6 milyar dolar derbas kir. Niha şîrketa Bayraktarê SÎHA û ÎHAyê difiroşe Ukraynadan Pakistanê.
Herî zêde DYA xwedî balafirên şer in
Li gorî daneyên Global Firepower a 2025an welatê herî zêde xwedî balafir DYA, Rûsya, û Çîn in. Tirkiye jî bi sedan balafirên şer di rêja 10emîn a cîhanê de cih digire. Li gorî daneyên Global Firepowerê ya 2025an, DYA zêdetirî 13 hezar balafirên şer in. Rusya xwedî 4 hezar û 292 balafir û Çîn jî xwedî 3 hezar û 309 balafirên şer in. Hîndistan 2 hezar û 229 balafirên şer Koreya Başûr hezar û 592 û Japonya jî hezar û 443 balafirên şer hene.
Li Tirkiyeyê jî Hezar û 83 balafirên şer hene
Li gorî daneyên wezareta parastinê di sala 2002an de ji bo sanayiya parastinê 5.5 milyar dolar pere hat veqetandin. 20 sal şûnde di sala 2022an de jî 60 milyar dolar pere qetandin. Li vir xuya dike ku 10.5 qat zêde bûye. Lê xizmeta ji bo tenduristiyê ew qas pere nehatiye qetandin.
Li Tirkiyeyê 1080 balafirên şer û 5 hezar ambulans hene
Li gorî Wezareta Parastina Tirkiyeyê di 2023an de 182 milyar û 770 milyon û 968 hezar tl pere hat qezenckirin. Di 2023an de 239 milyar û 693 milyon û 520 hezar 294 TL hat xerçkirin. Di 2024an de jî lêçûna parastinê derxistin 440 milyar û 496 milyon û 960 hezar TLyî. Di 2025an de derxistin 623 milyar û 899 milyon û 190 hezar TL hat pêşdîtin. Di 2026an de jî derxistin 746 milyar û 44 milyon û 81 hezar TL
5 hezar ambulans hene.
Di 2002an de 618 ambulans hebun. Niha 5 hezar û 668 ambulans hene. Lê her çend ambuland pêwiste ji bo xizmeta tenduristiya mirovan zêde bin jî, tê dîtin ku zêdetîrî Hezar balafirên şer li Tirkiyeyê hene.
Ambulans bi xelaskirina mirovan a ji mirinê tê nasîn, balafirên şer jî bi kuştina mirovan tê nasîn. Ev nîşan dide ku amûrên kuştinê ji yên parastina jiyanê bêtir in.













