Li ser rêya Wan-Erdîşê qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de 2 kes kirin û 45 kes birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera Wan-Erdîşê de rêzeqezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de 20 wesayîtan li hev xistin. Qezayayan de bi giştî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn. Yekîneyên tenduristiyê bi serwîsên lezgîn mirî û birîndar rakirin nexweşxaneyên Wanê. Ji ber qezayê, rêya Erdîş-Wanê hate girtin. Serokê Daîreya Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Şerîf Kayalik anî ziman ku ji ber cemedê qeza pêk hatiye.