• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

    Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

    MKGê name û pirtûkan ji bo nûçegihanên ETHAyê şand

    MKGê name û pirtûkan ji bo nûçegihanên ETHAyê şand

    Di rapora Komîsyonê de xala Kurdî: Divê qanûna heyî bê nûkirin

    Di rapora Komîsyonê de xala Kurdî: Divê qanûna heyî bê nûkirin

    Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

    Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    Komîsyonî taslakê raporî partîyanê sîyasî rê erşawito

    Mafê heviyê di çarçoveya biryarên DMMEyê de di raporê de cih girt

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

    Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

    MKGê name û pirtûkan ji bo nûçegihanên ETHAyê şand

    MKGê name û pirtûkan ji bo nûçegihanên ETHAyê şand

    Di rapora Komîsyonê de xala Kurdî: Divê qanûna heyî bê nûkirin

    Di rapora Komîsyonê de xala Kurdî: Divê qanûna heyî bê nûkirin

    Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

    Platforma Tenduristiyê bang kir: Ji bo Kobanê destûrên pêwîst di cih de bidin

    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    Komîsyonî taslakê raporî partîyanê sîyasî rê erşawito

    Mafê heviyê di çarçoveya biryarên DMMEyê de di raporê de cih girt

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di rapora Komîsyonê de xala Kurdî: Divê qanûna heyî bê nûkirin

Bazîd Evren / AW

18 SIBAT 2026 - 16:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê di civîna dawî de hat qebûlkirin û di raporê de mafên Kurdî jî bi xalekê hatine destnîşankirin. Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar bal kişand ser vê xalê û got ev gaveke erênî ye.

Komîsyona Meclîsê civîna xwe ya dawî ya 21an li dar xist û rapora hevpar pêşkêşî hemû endamên Komîsyonê hate kirin û rapor bi 47 dengan hat qebûlkirin. Di raporê de gelek xalên girîng hene û yek ji van xalan jî xala derbarê zimanê Kurdî de ye. Mafê ziman û perwerdehiyê dê di bin banê xala “Guhertinên Têkildarî Berfirehkirina Maf û Azadiyan” de werin bicîhkirin. Di encama mûzakereyan û israra DEM Partiyê û hevdîtinên bi Abdulalh Ocalan re de biryar hat dayîn ku qanûn û sererastkirinên derbarê Kurdî de di bin banê vê xalê de bên kirin.

Xala sazkirina derbarê berfirehkirina maf û azadiyan dibêje ku divê qanûn, bi armanca rakirina astengiyên li pêşiya bikaranîna maf û azadiyên bingehîn ku ji jidayikbûnê tên, destnedayî û ji hev nayên veqetandin û beşek girîng a rûmeta mirovan in, ji nû ve were nirxandin.

‘Divê hemû astengiyên qanûnî yên li pêşiya Kurdî bên rakirin’

Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar derbarê vê xalê de ji Ajansa Welat re axivî û diyar kir ku di xalê de tê pênasekirin ku hemû mafên herî xwezayî yên ku ji encama ji dayikbûnê pêk tên, mafên herî xwezayî, bingehîn û jêneger in. Heval Dilbihar destnîşan kir ku tişta herî girîng ew e ku divê ev maf hemû pêkve bi awayekî azad bên bicihanîn û got: “Divê hemû astengiyên qanûnî û kiryarî yên li pêşiya van mafan bên rakirin. Li gorî vê yekê, divê hemû mafên neteweya Kurd yên herî xwezayî azad û serbest bin. Yek ji van mafan mafê bikaranîna zimanê Kurdî ya li her derê û bi her awayî ye. Kurdî nirxeke herî xwezayî û dayikî yê neteweya Kurd e. Divê hemû Kurd bikaribin di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe serbest û azad bijîn. Her wiha divê êdî zimanê Kurdî bi awayekî fermî û zagonî bê pênasekirin û di zagona bingehîn de cîhê xwe bigire, bigihije statuyekê.”

‘Divê navên cihên Kurdî şûnve vegerînin’

Heval Dilbihar anî ziman ku li gorî pênasekirinên xalê, divê perwerdehiya bi Kurdî jî di hemû merheleyan de azad bibe. Heval Dilbihar bal kişand ser vegerandina navên Kurdî jî û ev yek anî ziman: “Divê navên cîhan ên Kurdî yên ku wergerandibûn Tirkî, divê careke din li Kurdî bên vegerandin. Ji ber ku ew nav hemû xwezayî û resen ên Kurdî bûn. Divê li gorî xalê hemû mafên xwezayî yên Kurdan bên mîsogerkirin.”

‘Ev encama têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan e’

Heval Dilbihar da zanîn ku ev xala li ser mafên bingehîn ên Kurdan ji aliyê nîqaşên tên kirin ve jî gaveke erênî ye û wiha axivî: “Ev xal di encama têkoşîna gelê Kurd, taybetî di encama muzakereyên Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê, partiya me, dezgeh û saziyên zimanê Kurdî û dezgehên din ên welatparêz û têkoşîna gelê Kurd de pêk hatiye. Rêber Abdullah Ocalan zimanê dayikê di hemû muzakereyan de weke xaleke bingehîn, xeteke sor û jêneger dibîne. Me jî weke DEM Partî mafê zimanê dayikê hemû caran parast û bi salan e em têkoşîna wê jî dimeşînin. Ev serkeftin ya têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan, partiyên me yên welatparêz û hemû sazî û dezgeh û gelê Kurd e. Bêgûman divê demildest li gor vê xalê gav bên avêtin û divê hemû qedexe, zext û dorpêçkirinên li ser zimanê Kurdî ji holê bên rakirin. Her wiha ji bo pêkanîna vê divê têkoşîn li her qadê bê bilindkirin û berfirehkirin.”

Etîket: Guhertinên Têkildarî Berfirehkirina Maf û AzadiyanKomîsyona Meclîsêrapora hevparZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

OHD: Bi caardişê heqê hêvî do rayîrê demokratîkbîyayîşî zî abo

Bend û berfirehiya rapora hevpar: Niha jî çav li ser çêkirina qanûnan e

18 SIBAT 2026
Koçyîgît û Beştaş: Divê pêşniyazên rapora hevpar demildest bibin qanûn

Koçyîgît û Beştaş: Divê pêşniyazên rapora hevpar demildest bibin qanûn

18 SIBAT 2026
Partîyî do raporanê xo yê ‘çareserî’ pêşkêşê meclîsî bikerê

Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê derbarê raporê de daxuyanî dan

18 SIBAT 2026
Roja kombîyayîşê komîsyonî dîyar bîye

Rapora hevpar a Komîsyonê hat qebûlkirin

18 SIBAT 2026
Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

18 SIBAT 2026
Civîna dawî ya Komîsyonê dest pê kir

Civîna dawî ya Komîsyonê dest pê kir

18 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tora trolan û hemalên derewan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîtîkayên qeyim rê li ber çand û zimanê Kurdî digirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şedal: Bizanebûn 15ê Sibatê hilbijartin
    Zeydan: Feydeya tayînkirina qeyim ji kesî re nîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mafê heviyê di çarçoveya biryarên DMMEyê de di raporê de cih girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (684)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne