Di roja 40emîn de bîlançoya xwepêşandanan, girtin û binçavkirinên pêk hatine û îtîrafên ku di binê darê zorê de û bi îşkenceyê hatine girtin û hatine parvekirin.
Ajansa Saziya Mafên Mirovan ya li Îranê (HRANA) di roja 40emin de rapora qirkirina xwepêşandêran û binpêkirina mafên mirovan parve kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku di êrişên rejîma Îranê ya li dijî xwepêşandêran de herî kêm 6 hezar û 495 kes hatine kuştin.
Di rapora saziya mafên mirovan ya Îranê de tê diyarkirni ku hejmara buyeran ya bi giştî wihaye: Di 31 parezgehan de li 210 bajaran 675 nokteyan xwepêşandan pêk hatin. Di heman demê de hejmara kuştiyan ya bi giştî 6 hezar 941 in. Rapor eşkere dike ku 6 hezar 495 xwepêşander, 171 zarok û 61 sivîlên ku ne xwepêşander bûn ji aliyê hêzên rrejîma Îranê ve hatine kuştin.
Rapor destnîşan dike ku 214 leşker û hêzên girêdayî rejîma Îranê hatine kuştin. Her wiha 11 hezar 630 bûyerên hê nehatine zelalkirin ji bo bên zelalkirin li ser wan lêkolîn tê kirin. Di bûyeran de 11 hezar 021 kes bi giranî birîndar bûne. Bi giştî 50 hezar 921 kes hatine girtin ji vana 109 kes xwedekar in û 207 kes zarok in.
Hejmara kesên negirtî tên darizandin jî 11 hezar 47 kes in.













