Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyand ku di rojek dawî de di êrişên Îsraîlê de 59 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê daxuyanî da û diyar kir ku li herêma ku nêzî 15 mehin şerê Îsraîlê lê didome, di roja dawî de herî kêm 59 kes hatine kuştin. Ji destpêka şer ango ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve hejmara miriyên li Xezeyê gihiştiye 45 hezar 717an. Di heman demê de 108 hezar 856 kes jî birîndar bûne.