Wêne: Arşîv
Diyarname.comê lîsteya pirtûkên Kurdî ya sala 2024an ên li Bakurê Kurdistanê derçûne berhev kir. Ji weşanxaneyên Kurdî di sala 2024an de bi giştî 336 pirtûk hatine çapkirin.
Edîtorê Diyarname.comê Cemîl Oguz lîsteya pirtûkên Kurdî ya sala 2024an berhev kiriye û hemû pirtûkên li Bakurê Kurdistanê dan hev. Diyarnameyê lîsteyê bi navê “Pirtûkên Bi Kurdî yên 2024an” amade kir.
Di sala 2022yan de 351 pirtûk, di sala 2023’yan de 349 pirtûk ketin ava lîsteyê. Di sala 2024an 336 pirtûkên Kurdî ji weşanxaneyên Kurdî derçûne.
Weşanxaneya yekemîn Peywend e
Par (2023) 35 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtibûn. Diyarnameyê îsal xwe gihandiye 33 weşanxaneyan. Bi gotineke din 33 weşanxaneyan pirtûkên bi Kurdî derxistine. Ji weşanxaneyan herî zede Peywendê pirtûk çap kirine. Peywend bi 50 pirtûkî ketiye nava lîsteyê. Dûre J&J bi 43 pirtûkan hatiye û Nûbiharê jî bi 34 pirtûkan di rêza sêyemîn de cih girtiye. Hejmara pirtûkên van her sê weşanxaneyan 127 heb in ku wisa dixuye sedî dor 35ê hemû lîsteyê aîdê van her sêyan e.
Roman bûye yekemîn
Di nav cureya pirtûkan de îsal romanê ji par cudatir yekemînî ji destê helbestê girtiye. Bi temamî wekî 72 roman hatine çapkirin. Dûre helbestê bi 68 heban cihê xwe girtiye. Û wekî her gavî çîrok di rêza sêyemîn de tê ku 39 heb jê hatine weşandin. Ev her sê cure dikin 178 heb ku bi vî wayî ji sedî 50 zêdetirê lîsteyê ji van her sê cureyan pêk tê. Bi ser 20î re pirtûkên li ser dîrokê îsal derketine. Pirtûkên li ser folklorê, li ser ziman cureyên din in ku hatine weşandin. Gere em vê jî bêjin, Peywendê îsal lîsteyeke dirêj wekî “Klasîkên Kurdî” amade kiriye.
Nivîskar zêde ked dane
Ziya Avci nivîskar, lêkolîner, wergêrekî kurd e û bi salan e kedê dide. Îsal ev keda wî gelek xuya bûye. Tam bi temamî îsal 24 pirtûk bi cureyên cuda li ser navê wî hatine weşandin; ha wekî amadekar, ha wekî wergêr. Piranî pirtûkên ku navê Avci li ser e ji Nûbiha û Peywendê derketine. Xebata Prof. Dr. Marûf Xeznedar bi wergera Ziya Avci ji Nûbiharê derket ku gelek hêja ye. Wekî din jî gelek pirtûkên li ser dîrokê Avci gihandine ber destên xwendevanan.
Lêkolîner Hîlmî Akyol ev dor 40 salan e xebatên berhevkariyê dike. Û ev li dor 10 salan e wan parçe bi parçe, cure bi cure amede û belav dike. Îsal 17 pirtûkên wî bi vî awayî di nav lîsteya me de cih girtine ku bi vê bûye duyemîn. Bi vî awayî tene 41 pirtûk ji deste du kesan derketine ku ev yek dor sedî 12yê temamê lîsteyê dike.
Pirtûkên çapa yekem
Îsal jî tenê pirtûkên ku cara yekem hatine çapkirin di nav lîsteyê de cih digirin. Dema lîste gihîşt ber destê Diyarnameyê, gelek pirtûkên di nav lîsteya weşanxaneyan de hebûn ku berê li weşanxaneyeke din çap bûbûn hebûn. Ew pirtûk hatine neqandin û ji nav lîsteyên gihîştin ber destan hatin derxistin. Diyarnamey dibêje îhtîmal heye hin yên haya wan jê çênebûne hebin, lê piraniya lîsteyê ji pirtûkên ku li Bakur cara yekem çap bûne hatiye amadekirin.
Lîsteya pirtûkên Kurdî ya ku Diyarnameyê berhev kiriye wiha ye:
ARAM
1- Xêr û Şerên Durî Çavan / Huseyin Ozsoy / Roman
2- Xendeka Biloka – Gora Komî / Hogir Berbir / Roman
3- Dildarê Serkeftinê / Mahmut Aba / Roman
4- Dema Tu Çûyî / Leyla Saraç / Helbest
5- Berfederya / Yusuf Karataş / Çîrok
6- Dilşadiya Xemsaran / Eyyup Yaşar / Çîrok
7- Kulmek Ax Dilopek Av / Kolektif / Çîrok
8- Mistek Ronahî / Resul Baltaci – Fikret Karakoç / Mîzah
9- Jana Dil / Hesen Beyret / Bîranîn
10- Baxçeyê Veşartî / Frances H. Burnette / Werger Seher Yildirim / / Klasîkên Zarokan
ARYEN
1- Newaya Berxwedanê (Du cîld), Mûrad Yîldenîz & Huseyîn Guçlu / Roman
2- Bavê Min ê Mitirb / M. Çiya Mazî / Roman
3- Siwarên Dêmanî Siya Sêdaran / Welat Esen, Helbest
4- Kolanên Birîndar, Necmettîn Tural, Helbest
5- Aşê Dînan, Abdullah Ongollu Şêrwî / Pêkenok
AVESTA
1- Ez û Ez Jiyana min a piştî mirinê / Hiner Saleem / Ji fransî: Sevda Orak Reşitoglu / Roman
2- Qêrînek di gewriya şevê de, / Eta Nehayî / Ji soranî: Rizgar Elegez / Roman
3- Deryas û Laş / Bextiyar Elî / Ji soranî: Payîz Milan / Roman
4- Payîz an jî Ziyab / Suzan Samanci / Roman
5- Selaheddîn Avakarê Dîrokê / Mariolle/Meli/Loiseau / Ji fransî: Ergin Opengin / Xêzêroman
6- Botanname / Hemû Helbest / Berken Bereh /Helbest
7- Lîrîka Berbangê / Mewlûd Oguz / Helbest
8- Vateyê zimistanî / Pinar Yildiz / Helbest
9- Dupa Eşqê Qîza Şivîn / Çerkezê Reş / Helbest
10- Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din / Rizgar Elegez / Çîrok
11- Katib û Kûçik / Ulku Bîngol / Çîrok
12- Serê Sibê / Lorîn S. Dogan / Çîrok
13- Bîra bîra min / Gerard Chaliand / Ji fransî: Fawaz Husên / Çîrok
14- Durru’l-Mecalis / Mela Mûsayê Hekarî / Werger Ramazan Pertev / Çîrok
15- Şahê Maran û Loqman Hekîmî/Varyantê Estanika Şahê Maran / Amadekar: Alî Aydin Çîçek / Çîrok
16- Têverşanitişê Fekê Gimgimî û yê Çewlîgî / İbrahim Bingol / Lêkolîn
17- Humanîst û Şervan / David Ben-Gurion / Ji îngilîzî: Fahriye Adsay / Bîranîn
18- Fethên îslamî li Kurdistanê / Ferset Mer’î / Ji erebî: Emîn Narozî / Dîrok
19- Rastiya Kurdistanê, Nirxandinek li ser belgenameyên partiyên ereb û kurdan / Cemal Nebez / Ji erebî: Bernas Qerejdaxî / Dîrok
20- Bîrgeha mê / Fatma Savci / Ceribandin
22- Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê / David Aberbach / Ji ingilîzî: Fahriye Adsay / Raman
AZAD
1- Dîrok-Herodotos / Herodotos / Wergêr: Zîya Avci / Dîrok
Wêne: Arşîv
BELKÎ
1- Strî / Bêrîvan Karatorak / Roman
2- Temaşevanê Hêja / Ronîrên / Helbest
3- Bezax û Bexş / Serdem Atsiz / Helbest
4- Rêwiyên azad / Xanim Yildirim / Helbest
5- Ji bo dînozoran / Siya Jandar / Helbest
6- Rêya dil koleksiyona êşbêjiyê / Bahoz Arî / Helbest.
7- Rexne û rexnegirî 2 / Çorê Arda / Rexne
BÊJING
1- Pêrew / Fewzî Bîlge / Roman
2- Xweliya Zeman / Serwer Amed / Roman
3- Xwedêmarî/ Fewzî Bîlge / Helbest
4- Senfonîka / Dilbirîn Dilo / Helbest
5- Periya Xwezayî/ Mizgîn Xan / Çîrok ji bo zarokan
6- Alfabeya Sosyalîzmê / Leo Huberman / Werger Emîn Uslu / Felsefe
DARA
1- Guregup / Receb Dildar / roman
2- Pace / Fewzî Bîlge / Roman
3- Gênco / Ali Kemal Çinar / xêzeroman
DENG
1- Îdyomên Kurdî (Cilda yekem) / M.Emin Bozarslan / Ziman
DOZ
1- Gazî û Hawar e / Bûbê Eser / Roman
2- Tebeşîra Zer / Jan Dost / Roman
3- Otobûsa Kesk / Jan Dost / Roman
4- Morîkên Rojnivîskê / Majêd a Mihemed / Helbest
5- Hestname / Bayram Ayaz / Helbest
6- Ey Ez / Suphiye Bulut / Helbest
7- Mîr Muxtar / Ahmet Yılmaz / Bîranîn
8- Di Êzdiyatiyê de Rênîşanên Mirinê / Kemal Tolan / Bawerî
9- Kawayê Deşta Sûwaran / Bîlal G. Şadî/ Zarok
10- Kurtedîrok û Kilamên Malbata Kor Hiseyn Paşayê Peyderî û Torinên Mala Şero / Feridun Suphandag / Lêkolîn
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ:
1- Hînker – Kirmanckî (Zazakî) / Amadekar Sîpan Haco / Ziman
J&J
1- Sêber-1 | dergeh -şopa jêbirî- / H. Kovan Baqî / Roman
2- Sêber-3 | nîngeh -différance- / H. Kovan Baqî / Roman
3- Sonda delalê / Gulistan Kanîreş / Roman
4- Bablîsok / Kamran Simo Hedilî / Roman
5- Xwîn diherikî dîcle / Mehmet Kaynak /werger Muhsîn Ozdemîr / Roman /
6- La mare au diable – 1846 (gola cinan – 1846) / George Sand / Werger Feratê Dengizî / Roman
7- Çarenûsa mirov / Mihail Aleksandroviç Şolohov / Roman / Werger Feratê Dengizî
8- Wesyetên wenda / Mehmet Bulut / Roman
9- Bayê kûr – 1 | havîn / Ahmet Anaç / Roman
10- Bayê kûr – 2 | veger / Ahmet Anaç / Roman
11- Bayê kûr – 3 | bager / Ahmet Anaç / Roman
12- Berbang / Yaşar Eroglû / Roman
13- Mîrê peya / Ax Amed (Habib Guler) / Roman
14- Sebra gamasî / Kamran Simo Hedilî / Helbest
15- Hêvî | helbestên aştî û wekheviyê / Muzaffer Kalaba / Helbest
16- Sorgula baxê îremê / Ahmet Bahadır / Helbest
17- Behra bênav / Mehmet Sıddık Biçer / Helbest
18- Torosa spî (çîrokên bê nasname) / H. Kovan Baqî / Çîrok
19- Cindoyê gavan / Resul Narmanoglu / Çîrok
20- Ûsivê bafille / Ahmet Çelik / Çîrok
21- Tirada hûman / Mervan Serhildan / Çîrok
22- Hevgirtina estetîk a çîrokê | di romanê de şêwaz û vegotin / Ahmet Anaç / Lêkolîn
23- Antolojiya dengbêj û çîrokbêjên karazê-1 / Hilmi Akyol / Zargotin
24- Stranên hevnav-1 / Hilmi Akyol / Zargotin
25- Qevdekî bîranîn bihîstin û serpêhatî – 1 / Hilmi Akyol / Zargotin
26- Pênc guhertoyên hesenê alê / Hilmi Akyol / Zargotin
27- Dozdeh çîrokên bi stran û dozdeh stran-1 / Hilmi Akyol / Zargotin
28- Dengbêj û çîrokbêjên pasûrê / Hilmi Akyol / Zargotin
29- Antolojiya çîrokbêjên amedê – 1 / Hilmi Akyol / Zargotin
30- Antolojiya çîrokbêjên amedê – 2 / Hilmi Akyol / Zargotin
31- Antolojiya çîrokbêjên amedê – 3 / Hilmi Akyol / Zargotin
32- Antolojiya çîrokbêjên amedê – 4 / Hilmi Akyol / Zargotin
33- Antolojiya çîrokbêjên amedê – 5 / Hilmi Akyol / Zargotin
34- Antolojiya çîrokbêjên amedê – 6 / Hilmi Akyol / Zargotin
35- Dengbêj û çîrokbêjên bismilê / Hilmi Akyol / Zargotin
36- Baqek çîrokên gelêrî – 2 / Hilmi Akyol / Zargotin
37- 12 qewimîn û 12 stran – 5 / Hilmi Akyol / Zargotin
38- Dengbêj û çîrokbêjên mêrdînê – 2 / Hilmi Akyol / Zargotin
39- Dengbêj û çîrokbêjên serhedê – 3 / Hilmi Akyol / Zargotin
40- Pîrebok / Sevda Kaplan / Nivîsdank-Hêçan
41- Mintiqaya pîran û gêlî de arêkerdişê estanekan / Fexredîno Pîronij / Zargotin-Tez
42- Nêrgizên lêborînê / Mizgîn Ronak / Nivîsdank-Hêçan
43- Guldeste | hin beşên ji berhemên hasan kiyafet / Hasan Kiyafet / Nivîsdank-Hêçan
LÎBERTA
1- Lalêş / Şivan Zeren / Helbest
2- Xewnên Bêjingkirî / Hamza Denîz / Helbest
LÎS
1- Ebû muslimê xuresanî / Îhsan Colemêrgî / Roman
2- Evîndarên FRANZ K. / Burhan Sonmez / Roman
3- Rûyên Şevê / Bawer Rûken / Roman
4- hinar / Haydar Ergulen / Werger Lal Laleş / Roman
5- Monologên Evînên Kedîkirî / Mem Bawer / Helbest
6- Melayîketa Dîl / Mem Bawer / Helbest
7- Stêrka Sêvê / Mem Bawer / Helbest
8- Qasra Nifiran / A.Rahîm Kiliç / Helbest
9- zarîna peyvê / Silêman Zeybek / Helbest
10- sûretên şikestî / Mîna Acer / Çîrok
11- Mizgînî / Wezîrê Eşo
12- şopên wêjeyê / Dilawer Zeraq / Wêje-Rexne
13- danberheva guhertoyên memê alan / Mem Wenda / Nirxandin
14- Rêzimana Kurdî / Sadiq Bahaeddîn Amedî / Ziman
MA MUSIC:
1- Repertuara Stranbêjiyê / Amadekar Ramin Rabiei, Şêrko Kanîwar / Müzik
MORÎ
1- Mîna û Qaqlîbaz / Sîrwan Rehîm / Çîrok
2- Lorîn- Kartên Dîtbarî / Rojda Şukran Karaş / Kartên Perwerdeya zarokan / Kurmancî&Kirmanckî (Zazakî).
NA
1- Berpêlk / M.Beşir Ant / Roman
2- Li min jî / Ahmedê Sedef / Roman
3- Xeyala nemiran / Mihdi Perinçek / Roman
4- Şilêrên binevşî / Mihdi Perinçek / Roman
5- Çelo / Nûdem Hezex / Roman
6- Pêl / Virginia Woolf / Werger Hezer Îsmaîl/ Roman
7- Xelata zindî / Mahîr Bagok / Roman
8- Av û xwey / Umit Tunç / Helbest
9- Destana mîr mihemedê eyyubî,(1258) şerê farqînê li hember moxolan / Ramazan Temelkuran/ Helbest-Destan
10- Helbesta jarê / Ramazan Kavak / Helbest
11- Mezopotamya / Mahîr Bagok / Helbest
12- Xana delalan / Mehmet Sait Yaman / Helbest
13- Kurbeşk / Welid Reşo / Helbest
14- Pêjnek jazz li qelşa gettoyê/ D.Alend / Helbest
15- Mesnewiya çîrokan / Memê Miksî / Çîrok
16- Apê reşîd / Şevger Çolo / Çîrok
17- Çîrokên nêçîrok / Dilbirîn Dilo / Çîrok
18- Dayika dilmayî / Henan Cafer / Çîrok
19- Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan / Mehmet Oncu / Çîrok-Foklor
20- Homo jîn / Serhat Kaya / Lêkolîn
21- Ferhenga çiyan / Muhsin Ozdemir / Gotar
22- Jin û pirsa wêjeyê / Mizgin Hesko / Gotar
23- Evliya Çelebî û seyahatnamê (Diyarbakir/Amed) / Yusuf Kaynak / Lêkolîn
24- Guldestek ji edebiyata cihane 3. / Yusuf Kaynak / Bîyografî
25- Zarok,gêrik û kulî / Mahsûm Nisêbînî / Zarok
26- Doktor jîjo 3 / Sîya Sîtav / Zarok
27- Doktor jîjo 2 / Sîya Sîtav / Zarok
NANDO
1- Masiyên li ser mêrgan / Oktay Ozturk / Roman
2- Roda / vedat Onder/ Helbest
3- Janya / vedat Onder / Helbest
4- Ji min dûr neçe / vedat Onder / Helbest
5- Çîrok û serpêhatî / vedat Onder / Helbest
6- Usûlu’l-hedîs / Ramazan Temelkuran / Hedîs
NAME
1- Pend / Murat Dag / Helbest
2- Mi Serm Ca Verda / Ozlem Guntaş / Helbest
3- Zibo / Hacî Bellê / Çîrok
4- Zimanê Şîrîn, Asta Pêşîn / Sipan Egitim ve Kultur Dernegi / ziman
NÛBIHAR
1- Kînor / Dagistan Karakoç / Roman
2- Delala Dînik Rastiyeke Geliyê Zîlan / Salih Serhedî / Roman
3- Hevdîtina pêxemberan / Dîlan Şewqî / Helbest
4- keça dilê te me / Evîn Şikakî / Helbest
5- Hinekirî mane guliyên şevê / M. Zahir Kayan / Helbest
6- Kirasê Heyînê / Berken Bereh / Helbest
7- Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû / Harold Stewart / Werger: Sidîq Gorîcan / Helbest
8- Hestên Pîroz / Kevok Mizgîn / Helbest
9- Çerçiyê Taxê / Kenan Erdenci / Çîrok
10- Sirra Bi Kul / Stefan Zweig / Werger: Abdullah Încekan / Çîrok
11- Hîkmet bi Hîkayet / Sadullah Taşan / Çîrok
12- Pênûsa Şikestî / Edîb Polat / Çîrok
13- Şiyarkirina Gelê Kurd Di Hizrên Seîdê Kurdî de / Reşat Adak / Lêkolîn
14- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ I. Ji destpêkê heta sedsala 14 / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
15- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ II. Sedsalên 14. û 18an / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
16- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850. / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
17- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
18- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala 20an de (1914-1945) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
19- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ VI. 1945-1975 (A) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
20- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ VII. 1945-1975 (B) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
21- Suhbeta Sed Eşîran / Abdulkadir Kizilkaya (Gûzereşî) / Lêkolîn
22- Miradê Kinê Jiyan, Huner û Stranên Wî / Hurşît Baran Mendeş / Lêkolîn
23- Pişîka Min / Mîkaêlê Reşîd /Latînîzekirin: Kenanê Nado / Zarok
24- Dilşa û pitika nû / Liane Schneider / Werger: Abdullah Încekan / Zarok
25- Dilşa dibe xwediya pisîkekê / Liane Schneider / Werger: Abdullah Încekan / Zarok
26- Dilşa cara pêşî difire / Liane Schneider / Werger: Zehra Dilovan û Selman Dilovan / Zarok
27- Dilşa pizzayê çêdike / Liane Schneider / Werger: Hêja Încekan & Abdullah Încekan / Zarok
28- Vateyê Verênanê Çêrmûgi / Cevat Yıldız / Folklor
29- Fablên La Fontaine / Memê Miksî / Folklor
30- Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî / Şemoyê Memê / Folklor
31- Porzêrînê -Xeberoşkên Herêma Mêrdînê- / Mahmûd Barik / Folklor
32- 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok-2 / Mehmet Oncu / Folklor
33- Antolojiya Nivîskarên Jinên Kurd / Rojbîn Ozkan / Bîyografî
34- Vîr û Vate Bi Kirdkî (Zazakî) Sohbetî, Kultur, Ziwan, Edebîyat, Sîyaset, Hûner / Seyîdxan Kurij / Hevpeyvîn
PALL
1- Revdegurg / Husên Arif / Ji soranî: Şehab Xalidî / Roman
2- Gabor / Seyid Qadir Hîdayetî / ji soranî: Armîn Temerzade/ Roman
3- Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin / Kamuran Çakır / Roman
4- Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê / Ferhad Pîrbal / ji soranî: Rowal Navgundî / Helbest
5- Lehiya Dilî / Husên Arif / ji soranî: Şehab Xalidî / çîrok
6- Trêna li Stasyona xwe digere / Amadekar: Înan Eroglu / nivîsar, kolektîf
7- Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999) / Zinarê Xamo / Rojnivîsk
PAYÎZ
1- Mîrê Helbestê Melayê Cizîrî / Osman Kapan / Roman
2- 13 Sireke Hezar Salî / Îkram Balekanî / Roman
3- Bozê Rewan / Emîne AY / roman
4- Ferheta Gotinên Pêşiyan / A Bijartî / Şexmus Aslan / Ziman
5- Di Zimanê Kudî Zaraya Kurmancî de Cotepeyv /Hasbey Koksal / Ziman
PEYWEND
1- Şamîran / Omer Dilsoz / Roman
2- Rûsayê iiyem / İhsan Colemergî / Roman
3- Narê / İhsan Colemergî / Roman
4- Dinya bo dîndînanê şer e şîva lîzanê / İhsan Colemergî / Roman
5- Mirina sar / Nasir Kemaloğlu / Roman
6- Destxeta petersbûgê / Jan Dost / Roman
7- Serdê zerrî / İrfan Akdağ / Roman
8- Rengdana edebîyatê di kovara hawarê de 1933-1943 / Ebdulsemed Îslam T./ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
9- Şerîf paşayê xendan / Ziryan Rojhelatî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
10- Şêx mehmûdê hefîdzade di belgenameyên fransayê de 1919-1934 / Dr. Cewad Ebdulla/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
11- Temamê berhemên ebdulezîz yamulkî / Sidîq Salih/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
12- Kurd û kurdistan / Dr. Şêrko Fethulla/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
13- Du zeylên şerefnameya bedlîsî / Enwer Sultanî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
14- Etnografya û yekîtîya etnîkî ya kurdan / Reşad Mîran/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
15- Rojhilatê kurdistanê / Dr. Efrasiyaw Hewramî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
16- Îslam û nasyonalîzm di kurdistanê de / Salih Îrwanî / Amadekar Ziya Avci / Dîrok
17- Kurd û kurdistan di nêrîna gerok û welatnasên misilman de / Amadekar Ziya Avci / Dîrok
18- Seyahetnameya claudius jame rich -1820 / Amadekar Ziya Avci / Dîrok
19- Vejandina dîroka zanayên kurd bi rêya destxetan re 2 / Mihemed Elî Qeredaxî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
20- Dîroka mûzîka kurdî / Mihemed Heme Baqi/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
21- Di arşîvên rûsyayê de mistefa barzanî (1945-1958) / D. Efrasiyaw Hewramî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
22- Mîrnameya hekariyan 2 / Temerxan Yazici/ Amadekar M. Xalid Sadînî / Dîrok
23- Lêkolînek li ser dîwana şêx ‘ebdurrehmanê aqtepî (rûhî) / Zeynep Yildiz Kiliç / Klasîkên Kurdî
24- Mela Mehmûdê Bayezîdî / Jan Dost / Klasîkên Kurdî
25- Vejandina dîroka zanayên kurd bi rêya destxetan re / Mihemed Elî Qeredaxî/ Amadekar Ziya Avci / Klasîkên Kurdî
26- Qehremaneke cengawer / İbrahim Sungur / Klasîkên Kurdî
27- Mewlûdnameya mela xelîlê mişextî / Hemin Omar Ahmad / Klasîkên Kurdî
28- Ferîdud-dîn ‘ettarê nîşabûrî mentîqut-teyr / Hemin Omar Ahmad / Klasîkên Kurdî
29- Di edebiyata kurdî ya klasîk da mersîye / Cihan Turan / Klasîkên Kurdî
30- Qalibên helbesta kurdî ya klasîk / Semih Gezer / Klasîkên Kurdî
31- Mewlîda nebî ya mela selameddîn / Osman Aslanoğlu / Klasîkên Kurdî
32- Mela mehmûdê bazîdî leyla û mecnûn bi pexşan / Hemin Omar Ahmad / Klasîkên Kurdî
33- Gulîstan / Osman Aslanoglu / Weje-Ziman
34- Melanasî / Editör: Abdulhadi Timurtaş / Kulliyat
35- Feqînasî 2 / Editör: Abdulhadi Timurtaş / Kulliyat
36- Sedsalek xebat di rêya zimanê kurdî de / Emir Hesenpur/ Amadekar Ziya Avci / Weje-Ziman
37- Molla ali turğay/el-ğursî ve “nûra îmanê jı tefsîra qur’anê” tefsîri / Sümeyye Kiliç / Biyografi
38- Jiyana seyda mele ebdullahê xerzî (timoqî) (1897-1992) / Mahmut Begik / Biyografî
39- Ji tevgera neteweyî ya 1925an portreyên şophiştî- ii / Seîd Veroj / Biyografi
40- Antolojiya dengbêjan / Abdulkerim Suruş / Folklor
41- Ji devê mirovê deşt û çiya gotinên bav û bapîr û pêşiyan / Hezîne Badikî / Folklor
42- Bi ser kurdistanê de seferên temirlengiyan / Eyüp Kiran / Lekolin
43- Di zimanên kurmancî û hîndî de lêkolînekê li ser saziyên ergatîv / İlyas Sayim / Akademik
44- Ceribandinek li ser çîrokên Suzan Samanci / Tufan Erbariştiran / Rexne
45- Rexneya edebiyatê / Dr.Perez Sabir/ Amadekar Ziya Avci / Rexne
46- Mela eladînê kopî jiyana pîroz / Halit Ertaş / Din-Tesewwuf
47- Eqîda kurmancî ya mela nesreddînê zoqeydî / Mesut Arslan / Din-Tesewwuf
48- Tirsa sêvê wêneyen enfale / Enver Ozkahraman / Huner
49- Mela mehmûdê bazîdî û mîrasa wî / Ediyör: Abdulhadi Timurtaş / Sempozyum
50- Nasname û rewşa trajîk: berawirdkirinek li ser romanên Mehmed Uzun, Yaşar Kemal û İbrahîm Yûnisî / Mehmet Nur Yavuzer / Akademik
ROŞNA
1- Ferhengê Zazakî -Tirkî & Turkçe / Roşan Lezgîn/ Ferheng
2- Min bi Kurmancî Got / Roşan Lezgîn / Gotar
SAR
1- Pepuleya Biçuk / Kadir Çelik / Helbest
2- Ji Kenê te Mistekê Dixwazim / Enwer Karahan / Helbest
SÎDAR
1- Li Welatê Rojê Bîrîndar / Halil Dogan / Roman
2- Gul û Sînem / Veysi Ulgen/ Roman
3- Dengê Dînê Din / Veysi Ulgen/ Roman
4- Li Ser Tixûba Vînê / Bavê Fexro / Helbest
5- Dîwana Binefş / Semyan S Didêrî/ Helbest
6- Dîwana Zelî / Mela Mehemed Şîrîn Gonç/ Helbest
7- Xelîl û Celîl / Mehmet Veli Karadeniz/ Çîrok
8- Dadgeha Evînê, Feysel Ozdemîr / Çîrok
9- Nazê / Onur Kutlu / Çîrok
10- Hîkayê Mîyanê Şarê Ma / Halis Yurdsever/ Çîrok
11- Şahmaran / Semire Demirel Kut/ Mitoloji
SÎTAV
1- Babelîsk / Thorvald Steen / Wergêr: Abdullah Hîcab/ Roman
2- Jîyan Li Ku Ye / Thorvald Steen / Wergêr: Abdullah Hîcab/ Roman
3- Xelata Tevkujîyê Delolîya dîn / M. Sadik Varli / Roman
4- Zabêl-Ez Ermenî Me / Ezîz Xemcivîn / Roman
5- Jana Ji Tevkujîya Pertaxê diherike / M. Sadik Varli / Roman
6- Evîna Zarokên Bê Welat / Serwet Ozkan / Wergera Ji Tirkî: Ulfîye Ozcan/ Roman
7- Ez Ne Dizim / Ehmedê Goyî / Helbest
8- Qewdek Helbest / Zagros Cîlo / Helbest
9- Dilkovî / Faysal Can / Helbest
10- Xalxalokên Di Piyaleyên Gulan de / Mizgîn Hesko / Helbest
11- Zerêya elegezê / Ayhan Demîr / Helbest
12- Keça Arî / Seyrana Celad / Helbest
13- 101 Çîrokên Kurdî (Şîrive, Rexne û Nirxandin) / Faîk Ocal /Lêkolîn
14- 101 Romanên Kurdî Cild 2 (Şîrive, Rexne û Nirxandin) / Faîk Ocal / Lêkolîn
15- Ferzende Beg / Ercan Aras / Lêkolîn /
16- Ji Serdema Dîrokê Heta Roja Me, 174 Fermanêrîşên Li Ser Bawerîya Ezdayî / Wasfî Ak / Lêkolîn
17- Mamik (Yekem Awayê Xaçepirsan) / Hesen Kinyaniş / Folklor
18- Serpêhatî û Stran / Feyzî Demîrag / Folklor
19- Rastîya Dîroka Oxuz, Tirkmen û Kurdan / Şoreş Reşî / Dîrok
20- Ferhenga Biwêjan Cild 1-2/ Mehmet Oncu / Ferheng
21- Rêbera Axivtinê Kurmancî-Îngîlîzî/ Hamza Tokmak / Ziman
22- Maraş Yoresi Kurtçe-Turkçe Sozluk / Mustafa Yildiz / Ferheng /Kurmanci-Turkçe
23- Ji Ristezara Elindê Hin Ji Rojnivîs û Ramanên Min / Mizgîn Hesko / Bîranîn
24- Serhatiyên Îsê Dela “Şareza û Zana û Hişmend û Feylesof û Navdarê Kurd ê Serdema Xwe” /
Berhevkar: Mihemed Ebdullah Amêdî / Ji tîpên aramî bo latînî: Yusif Hêşetî
SOR
1- Kaş / Îsmaîl Dîndar / Roman
2- Bîraxane / Bîlal Korkut / Senaryo
VATE
1- Girêyo Kor / Dilo Bargiran / Şiîr
2- Ragêrayîş / J. Îhsan Espar / Hîkaye
3- “Malmîsanijî Vat û Nuşt / Hedrekerdox: Alî Aydin Çîçek, Şade Agone / Nişte-Roportaj
4- Fonolojîya Zazakî / Doç.Dr. Ahmet Kirkanî / Lêkolîn
5- Analîzê Romananê Denîz Gunduzî / Harun Bozkurt / Lêkolîn
6- Deyîrbaz û Şaîrê Gimgimî Dewrêş Baba / Hedrekerdox Alî Aydin Çîçekî / Lêkolîn
7- Di Reng û Vengê Gimgimî: Cemalê Dursî û Xidirê Başî / Alî Aydin Çîçek / Lêkolîn
8- Waya Di Birayanê Pê Hawt Koyan / Turabi Kişin / Folklor
9- Folklorê Pîranî / Selîm Sertî / Folklor
10- Bîngol e hezar gol e / Aydin Batur / Gername
VÎR
1- Remilbaz / Ahmet Hakan Vergi / Şiîr
2- Derdo Bêbext/ Ahmet Çiçek / Şiîr
3- Eşqê Xoserî / Macir Ciron / Şiîr
4- Na Dare Kewe Nêbena /Sait Çiya / Şiîr
5- Ez Bê To Menda / Ali Gumuş / Şiîr
6- Pune / Mahir Çiçek / Şiîr
7-Trena Xelete / Sait Çiya / Hikaye
8- Vîst û Hîri Sanîyeyî / İbrahim Dagilma / Hîkaye
9- Birrhêdar / Ali Gumuş / Hikaye
10- Hem û Hemşa / Buşra Aslan Baynal / Estanik
11- Maseyo Sûr / İsmail Yildiz / Estanik
12- Raywontiya İnson / Mela Faruq Baynal / Hedrekar: Murat Varol / Klasîk
WARDOZ
1- Gurê Manco / Sadiq Ûskan / Roman
2- Qelenê Dinyayê / Bahoz Baran / Çîrok
3- Durru’l-Mecalis / Ayhan Yildiz, Mustafa Aslan / Folklor
4- Sihet Xweş / Mehpûs Serhedî / Folklor
5- Lîstikên Gundên Mêrdînê / Mem Mukrîyanî / Folklor
WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ
1- Li Qeraxa Jiyanê / ÎBrahîm Gurbuz /Werger Omer Dilsoz / Bîranîn
WEQFA MEZOPOTAMYA
1- Kurdizan, kitabê derse / Amadekar: Tahirhan Aydin, Abdurrahman Adak, Zulkuf Ergun, Mikail Bulbul / Werger Ahmet Kirkan, Nurettin Beltekin / Ziman
2- Kurdizan, kitabê xebate / Amadekar: Tahirhan Aydin, Abdurrahman Adak, Zulkuf Ergun, Mikail Bulbul / Werger Ahmet Kirkan, Nurettin Beltekin / Ziman
ZÎZ
1- Bor / Çidem Baran / Roman
2- Efare / Şems Qemer / Roman
3- Monologên Li Ber Şibakeyê / Gulbejn / Çîrok
4- Nûbihara Biçûkan / Ehmedê Xanî / Hamza Tokmak
Çend têbinî
* Pirtûkên ku li Bakur û li Tirkiyeyê tenê bi tîpên latînî çapbûne ketine nav vê lîsteyê.
* Tenê pirtûkên ku li vir çapa wan a yekemîn hatiye kirin cih girtine.
* Ger hebe kêmasiya lîsteyê belîk heta sedî 3 be. Ger kêmasî yan şaşî hebin û weşanxane haya me pê bixin emê rast bikin.
* Me navên weşanxaneyan li gor rêza alfabeyê rêzkirine.”