• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di sala 2024an de binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê zêde bûn

Navenda Nûçeyan / AW

10 ÇILE 2025 - 17:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Komîsyona Girtîgehan a OHDa Îzmîrê diyar kir ku di sala 2024an de li girtîgehan îzolasyon, tecrîd, îşkence û muameleya xerab zêde bûye û bang li hikûmetê kir ku li gorî hiqûqê tevbigere.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Îzmîrê têkildarî binpêkirinên di sala 2024an de li girtîgehên Herêma Egeyê hatine kirin, raporek amade kir. Rapor li avahiya komeleyê ya li Bayrakliyê hate eşkerekirin. Endam û rêveberên OHDê tev li daxuyaniyê bûn. Di dema amadekirina raporê de parêzer çûn serdana Girtîgeha Jinan a Îzmîrê, Girtîgehên Hejmar 1, 2, 3 û 4 ên Tîpa T ên Îzmîrê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tîpa F ên Îzmîrê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê, Girtîgehên Tîpa T û Tîpa R ên Menemenê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê, Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê, Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê û Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê.

Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHDa Îzmîrê Eylem Zengîn ve hat xwendin. Eylem Zengîn diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan êdî bi awayekî sîstematîk didomin. Eylem Zengîn got ku li girtîgehan tecrîdên domdirêj, îşkence, muameleya xerab, sirgûn, cezayên disiplînê, redkirina daxwaza taloqkirina înfazê ya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran berdewam in. Eylem Zengîn axaftina xwe wiha domand: “Yek ji mijara herî girîng jî rewşa girtiyên nexweş e. Li girtîgehan mafê tenduristiyê tê astengkirin, girtiyan bi wesayîtên rîngê dibin nexweşxaneyê, cotkelemçe tên bikaranîn, di dema muayeneyê de kelemçe dixin destê girtiyan, lêgerîna nava dev tê ferzkirin û sewqên nexweşxaneyan nayên kirin an jî dereng tên kirin. Ev jî rê li ber binpêkirina mafê jiyanê vedikin. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tevî serlêdanan jî bi hinceta raporên saziya tipa edlî yên ne zanistî û li dijî etîka tipê tehliyeyên wan tên astengkirin. Ev jî rê li ber binpêkirina mafê jiyanê vedike.”

‘Binpêkirin zêdetir bûn’

Eylem Zengîn anî ziman ku zexta darazê ya li ser malbat, vasî, parêzer û xizmên girtiyan ên ji girtîgehan re pereyan dişînin didome û wiha pê de çû: “Di girrtîgehên tîpa nû de îzolasyoneke hîn girantir tê krin. Bi vê yekê re mafên hesta baweriyê, piştevaniyê û parvekirinê yên girtiyan tên binpêkirin. Ev modêlên girtîgehan divê teqez bên girtin û ev mecbûriyeteke. Jixwe di demekî nêz berê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê û Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ev binpêkirin gelek tên kirin.”

‘Bila tecrîd bê rakirin’

Eylem Zengîn bi lêv kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş were rakirin, destûr bê dayin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê destûr were dayin ku lijneyên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolînên xwe bikin. Di serî de saziyên pîşeyî yên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan, ji bo ku di venêrîna girtîgehan de sazî cih bigirin, divê sererastekirinên qanûnî bên kirin û bihêlin ku li girtîgehan lêkolîn were kirin. Di çarçoveya van nirxandinan de, divê dawî li binpêkirinên li girtîgehan bînin, muameleyeke layiqî rûmeta mirovahiyê were kirin. Di mijara bidawîkirina binpêkirinên mafên girtiyan de em bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Tenduristiyê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê û hemû saziyên têkildarî mafên mirovan û wekheviyê dikin. Heta ku ev binpêkirin bi dawî dibin dê xebatên me û hewldanên me yên ji bo çareseriyê bidomin.”

Etîket: Abdullah OcalangirtîgehİzmirOHDtecrid
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

17 TEBAX 2025
Avesta bi şertê perwerde nede hate vekirin!

Avesta bi şertê perwerde nede hate vekirin!

13 TEBAX 2025
Ji bo Koçero meş û bîranîn: Em ê têkoşîna we mezintir bikin

Ji bo Koçero meş û bîranîn: Em ê têkoşîna we mezintir bikin

12 TEBAX 2025
OHDê bertek nîşanî astengkirina veşartina cenazeyê Tunç da

OHDê bertek nîşanî astengkirina veşartina cenazeyê Tunç da

12 TEBAX 2025
Lîsa Çalan: Divê komîsyon bi tiştên qewimîne re rûbirû bimîne

Lîsa Çalan: Divê komîsyon bi tiştên qewimîne re rûbirû bimîne

11 TEBAX 2025
Li Îzmîrê Komeleya Çand û Hunerê ya Azad hate vekirin

Li Îzmîrê Komeleya Çand û Hunerê ya Azad hate vekirin

10 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (252)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne