Erdnîgariya Kurdistanê di her serdemên siyasî de giringiyekê vê ya jeo-stratejîk û jeo-polîtîk heye. Di hemû şerê dewletan de gelê Kurd zext û êrîş li ser wan tê kirin, tên kuştin, mal û axa wan tê şewitandin û wekî leşker di her serdemê de ji dewlet û desthilatdariyan re çek hilgirtin e.
Hem gelê Kurd hem jî erdnîgariya Kurdan di encama hemû şer û pevçûnên desthilatan de zirareke mezin dibîne. Di hezar salên dawî ya dîroka Kurdistanê de, gelê Kurd di navbera dewleta Osmaniyan û Îranê de bi vî rengî di nava şer û pevçûnên wan de xeniqiye.
Ji ber ku baweriya fermî ya dewleta Osmanî Îslam e û mezheba wê Sunnîtiye, gelê Kurd ji aliyê olî ve xwe nêzikê osmaniyan dike. Ji aliyê siyasî, çandî, zimanî û dîrokî ve bandora tirkbûyîn ango osmanîbûyîn e serwer dibe û ji aliyê bawerî de jî bandora ereb-îslamê xurt dibe.
Li Kurdistanê ji qirna 10emîn û heta qirna 16emîn statuyeke li ber çavan heye. Gelê Kurd bi mîr û emîrtiyên xwe û bi konfederalîzmên eşîrtî serxwebûna xwe diparêzin. Piştî ku Tirk ango Osmanî tên li herêmê û xurt dibin, bandora xwe li ser Kurdan dikin. Ji sala 1071an şûnde hem bandora tirkbûyînê hem jî ya ereb-îslamê belav dibe.
Gelê Kurd heta qirna 16emîn di nava entegrasyona dewleta Osmanî de cih digire lê bi nasnameya xwe û bi statuyên xwe yên xweser. Tifaqa Kurd û Tirkan di vê sedsalê de şênbertir dibe. Lewre şerê Ebexê (Çaldiran) ya di sala 1514an de li dijî Safewiyan serkeftina Kurd û Osmaniyan çê dibe. Bi vê serkeftinê re hêze Kurdan zêdetir tê dîtin û entegrasyona Kurdan a serbixwe teqez dibe.
Lewre bi banga Yawûz Siltan Selîm re siyasetmedar Îdrîs-î Bîtlîsî hemû mîrên Kurdan dicivîne û daxwaz dike ku mîrên Kurd “serbegekê” ango “mîrekê mîran” di nava xwe de hilbijêrin. Lê ji ber pevçûnên takekesî mîrekê mîran di nava Kurdan de dernakeve û li ser daxwaza Yavûz Selîm Îdrîs-î Bîtlîsî wekî mîrê mîran tê peywirdarkirin.
Piştî vê peywirdarkirinê li Amasyayê di navbera Kurd û Tirkan de bi nûneriya Yavûz Selîm û Îdrîs-î Bîtlîsî bi 28 mîrên Kurd re peymana lihevkirinê tê îlankirin. Ev peyman li gorî şert û mercên wê demê erênî ye. Her wiha mîrên Kurdan bi vê peymanê statuya xwe ya xweser fermî dikin û dewleta osmaniyan bi tu awayî xwe têkil karê mîrtiyên Kurdan nakin.
Gelê Kurd bi vê peymanê re entegrasyona xwe ya bi Osmaniyan re fermî kirin. Lewre statuya Kurdan li gorî şert û mercên îro de dişibe pergaleke federatîf. Ji aliyê çand-ziman, siyasî-polîtîk, aborî û leşkerî ve statuyeke nîv-otonom lidar dikeve. Bi vê rewşê re entegrasyona Kurdan ne li gorî xwesteka Tirkbûyîn ango Osmanîbûyînê pêk tê, berevajiya wê gelê Kurd hemû karên xwe yên jiyanî bi çand û zimanê xwe pêk tîne.
Ev rewşa nîv-otonom a Kurdan 300 salan berdewam dike. Di vê serdemê de ji aliyê wêje û hunerê ve jî pêşketinek hêja lidar dikeve. Di qada wêjeyê de kesayetên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran derdikevin ku berhemên gelek hêja li wêjeya Kurdî didin qezenckirin.
Bi polîtîkayên modernîteya kapîtalîst re rewşa siyasî ya Kurdistanê dikeve merheleyek cûda de û bîrdoziyên nîjadperest ên Tirkbûyîn û Osmanîbûyînê pêş dikevin… Dê bidome













