Hejmara kesên di êrîşên Israîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane gihişt 44 hezar û 612 kesan.
Dewleta Israîlê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê bîlançoya roja 427emîn a êrîşan da daxuyanî da. Wezaretê diyar ku di 24 saetên dawîn de 3 komkujî pêk hatine û 32 kes hatine kuştin. 95 kes jî birîndar bûne. Wezaretê da zanîn ku di êrîşên Israîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023an vir vê li ser Zîvala Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 44 hezar û 612an û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 739an.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiya Israîlê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.