Bi sedan kes çûn şûna Bêrîtan Aktaş. Girseyê di şînê de “Şehîd namirin” berz kirin.
Gerîlaya HPGê Bêrîtan Aktaş (Hêja Mava), di şerê 10ê Îlona 2019an a li Herêma Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî aşkerakirina agahiyên nasnameyê, malbatê li Taxa Çamlitepe ya navenda Êlihê şîn danî. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) bi girseyî çûn şîna Bêrîtan Aktaş. Girse bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” ber bi cihê şînê ve meşiyan.
Di şînê de ji malbatê sersaxî hate xwestin û dua hatin kirin.