Li zindana Îmraliyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Tevî Dewlet Bahçelî got dikare ji mafê hêviyê sûdê bigire jî Abdulllah Ocalan di 6 mehan de tenê 5 caran karîbû bi şandeyê re hevdîtinê bike. Li ruxmê şertê tecrîdê jî Abdullah Ocalan rê nîşan dide û di çareseriya Civaka Demokratîk de israr dike.
Di serê Cotmehê de Serokê MHPê Devlet Bahçelî li meclisê destê xwe dirêjî parlamenterên DEM Partiyê kir û pêvajoyek da destpêkirin. Piştre xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah bê meclisê û bixwaze PKK xwe fesix bike û dest ji çekan berde. Piştre Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 22ê Cotmeha 2024an de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got: “Eger şert û mercên siyasî û hiqûqî bên avakirin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez pirsgirêkê ji milê leşkerî derbasî milê hiqûqî bikim.” Ji wê demê heta niha 8 meh derbas bûn. Ji wê demê heta niha 8 meh borîn. Di vê pêvajoyê de Rêber Abdullah Ocalan bang li meclisê û partiyên siyasî û rêxistinên civakî kir û xwest her kes berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe. Şandeya DEM partiyê li meclisê bi partiyên siyasî re û li Başur bi partiyên kurdan re hevditin kir. Bi gel re bi sedan civîn li dar xistin. Piştre di 27ê Sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û xwest PKKê xwe fesix bike û çekan dîne. Li ser vê yekê PKKê bi lez û bez di 1ê Adarê de biryara agirbestê îlan kir û şer bi dawî kir. Piştre li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5-7ê Gulanê de kongre pêk anî. Di kongreyê de biryara çekberdanê û xwe fesixkirinê da.
Tecrîd û operasyon didomin
Li gel banga banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha aliyê dewletê gavên şênber neavêtiye. Di 8 mehan de Rêberê Gelê Kurd bi bangên xwe û gavên avêt ket rojeva cîhanê. Hemû gelê Kurd û gelê cîhanê , her wiha gelek pêşengên dewletan û akademîsyenên navneteweyî piştgirî dan banga Rêber Abdullah Ocalan. Lê di van 8 mehan de dewletê çi gav avêt. Hîn girtiyên siyasî nehatiye berdan. Operasyonên leşkerî berdewam dikin. Her roj balafirên şer ji Amedê radibin. Hîn komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk li meclisê nehatiye avakirin. Li ser parastin û mîsogerkirina mafên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê gavên hiqûqî nehatiye avêtin. Hîn malbat û parêzer bi rêk û pêk nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevdîtinan bikin. Hîn rojnameger, siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî nikarin hevdîtinê bikin.
Tenê 5 caran çûn Îmraliyê
Di vê pêvajoyê de tenê şande 5 caran çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de her tim Abdullah Ocalan daxuyaniyên ji bo çareseriya demokratîk, aştî û civaka demokratîk peyam parve kir.
Di vê pêvajoyê de hevdîtinên hatin kirin û peyama hat dayîn wiha ye:
18 Gulan-2025: Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê.
21 Nisana 2025: Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serê sibê çûn Îmramliyê. Endamên şandeyê piştî hevditin kirin ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
27 Sibat 2025: Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şandeya ku ji 7 kesan pêk te, piştî çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, têkildarî hevdîtinê daxuyanî da. Di nava şandeyê de siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, wekîlên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Cengîz Çîçek û parêzerê OHD Faîk Ozgur Erol cih girtin. Şandeyê piştî hevditinê li Stenbolê daxuyanî da û banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir.
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” wiha ye:
PKK; di sedsala 20an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.
Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dildarî di nava tifaqekê de bimînin.
Du sed salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, ligel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekîtiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve birêxistin bikin.
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û şîdetê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek stend.
Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e.
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyek mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku BirêzSerokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min.
25 Sibat 2025
Abdullah Ocalan”
Nîşe: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesix bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”
22 Çile-2025: Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi boneya bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serê sibê çû Îmraliyê û piştî hevdîtinpêk anî vegeriya.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kiribûn. Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê serê sibê ji bo cara duyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê. Şandeyê piştî li Îmraliyê 4 saetan hevdîtin pêk anî, vegeriya.
28 Kanûn-2024: Parlamenterên DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, serê sibê çûn Îmraliyê. Alîkarê Serokê Giştî yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûn Girava Îmraliyê. Piştî Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin ji Girava Îmraliyê vegeriyan. DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Şanda me ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, îro li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin bi dawî bû û heyeta me vegeriya. Şanda me dê di saetên pêş de agahî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike.”